NAVENDA NÛÇEYAN- Malbatên windayan û ÎHD, bi çalakiyên li sê bajaran ji bo birayên hev Eyup û Mahîr Karabey, Îsmaîl Haran û Îsmaîl Bahçecî daxwaza edaletê kirin.
Çalakiyên ku ji hêla malbatên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo pirsîna li aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran hatin lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kirin.
AMED
Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 880'yemîn de çalakiya xwe ya heftane “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hate hildan û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hate raxistin.
Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya windakirina Îhsan Haran hat xwendin û li aqûbeta wî hate pirsîn. Îhsan Haran di 25'ê Berfanbara 1994'an de li Amedê tê revandin û windakirin.
Nasîbe Haran beriya daxuyaniyê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hevalê min Îhsan Haran xwe nas dikir, her daîm li ziman, çand û Kurdayetiya xwe xwedî derdiket. Beriya ku were windakirin her tim gef lê dihate xwarin. Wî ji min re digot ‘dema ez nehatim bizanîbin min revandine’. Her tim jêre digotin an tê dest ji vê rêyê berdî an jî em ê te bikujin. Ji Tansu Çîler, Mehmet Agar û heya berpirsyarê wê rojê ez bang li wan dikim; hûn li ku ne? Hûn ê hesab bidin. Dîsa em li vir in û em ê heya dawî em ê li vir bin. Ez li vir im; Elî Kaya, Tansu Çîler ez li vir im! Hûn li ku ne?”
Daxuyaniya vê hefteyê bi Kurdî hate xwendin. Endama Rêveberiya ÎHDa Amedê Eylem Kaya daxuyanî xwend.
Eylem Kaya destpêkê qala serpêhatiya windakirina Îhsan Haran ê ku di Adara 1994an de, ji gundê Huseynîka ya ser bi navçeya Licê ya Amedê ve ye. Eylem Kaya bi bîr xist ku gund ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û Îhsan Haran jî li gund dijiya. Eylem Kaya da zanîn ku Îhsan Haran piştî gundê wan tê şewitandin bi malbata xwe re koçî Amedê dike û wekî karkerê înşaetê dixebite û debara xwe dike û wiha got: “Di 25'ê Berfanbara 1994'an de, Îhsan Haran çû şantiyeya bazara bin erdê ya Amedê. Lê belê, ew, wê êvarê venegeriya mala xwe. Gundiyekî wî yê bi navê F. H. tê mala Îhsan Haran, ji wan re dibêje ku sibeha di 25'ê Berfanbara 1994'an de, polîsên bi cilên fermî hatine şantiyeyê, nasnameya Haran kontrol kirine û dû re ew girtine, birine. Dema ku Nesibe Haran hîn dibe ku hevjinê wê hatiye binçavkirin, hewl da ku daxwaznameyekê pêşkêşî Dozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê bike da ku bizanibe ew li ku derê tê girtin. Tevî mehekê malbatê hewl da ku rewşa Îhsan Haran bizanibe jî lê malbat li ber dadgehê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Serlêdanên wan ên ji bo walîtî û midûriyeta polîsan jî bê encam dimînin.”
Eylem Kaya anî ziman ku hevjîna Îhsan Haran, Nesîbe Haran bi tu awayî nikare xwe bigihîne dozgeriyê û bi hêviya dîtina hevjinê xwe li girtîgehên li bajarên nêzî Amedê digere û got: “Kesekî ku li Beşa 31'emîn a Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye û naxwaze navê wî bê eşkerekirin, îdia dike ku Îhsan Haran di girtîgehê de dîtiye. Nesîbe Haran şeş mehan hewl da ku bizane ka Îhsan li ku ye, lê mixabin nekaribû hîn bibe. Piştre wê bi rêya Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Piştî serlêdanê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê bûyerê de ji hikûmetê agahî xwest, piştî vê yekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsînek hate destpêkirin. Lê belê dozgeriyê, biryar da ku delîl têrê nakin û îspat bikin ku Îhsan Haran di dema binçavkirinê de winda bûye, di 21'ê Çileya 1998'an de biryara nedarizandinê da. Di 6'ê Cotmeha 2005'an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku xala 2yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Di Çileya 2009'an de, îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan, bi hûrgilî rave kir ka Îhsan Haran çawa bi fermana Fermandarê Koma JÎTEM'ê Abdulkerim Kirca piştî lêpirsînên li JÎTEMê ya Amedê hatiye înfazkirin. Lê belê, doz hîn jî bi encam nebûye.”
Piştî daxuyanî xelas bû ji bo bîranîna winda Îhsan Haran û hemû windayan deqeyek çalakiya runiştînê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 716'emîn de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku di 24'ê Kanûna 1994'an de li Navçeya Aksarayê ya Stenbolê hate binçavkirin û ji wê demê ve heta niha tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD'a Êlihê, rêveberên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn
Metna çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHDê Serdar Yildirim ve hate xwendin.
Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1968'an de li Sêwregê ji dayik bûye, malbata wî di sala 1979'an de koçî Stenbolê kiriny. Bahçecî xwendekarê Fakulteya Rojnamegerî û Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bû. Her wiha serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê jî bû. Ji ber vê yekê, ew bû hedefa polîsan. Polîs du caran hatin mala wî û pirsîn ka Îsmaîl li ku ye? Di 24'ê Kanûna 1994'an de hevalên wî ji malbatê re ragihandine ku Îsmaîl li Aksarayê hatiye binçavkirin. Îsmaîl birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Birayên wî Şehmus û Ûgûr çend tişt û hinek pere girtin û çûn qereqola polîsan. Polîsan gotin, ‘Kesekî wisa tune ye, me kesek bi vî navî negirtiye.’ Serokwezîr Çîller û Serokkomar Demîrel daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin. Wezîra Mafên Mirovan a Dewletê Azîmet Koyluoglu ku ew pê re civiyan, ji wan re got, dibe ku Îsmaîl bi îşkenceyê hatibe kuştin û hatibe avêtin çalekê.
Piştre malbat çû Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxwe. Wezîrê Karên Navxwe ji Dayîka Fatma re got, ‘Dûa bike ku kurê te di destê polîsan de be. Ez ê lêkolîn bikim û ji te re bibêjim.’ Dayîka Fatma hejmara telefona xwe û navnîşana xwe hişt. Lê tu bersiv ji wan jî negirt. Dema ku girtina Îsmaîl hate redkirin, hevalên wî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi kampanyayên ku wan organîze kirin ev mijar anîn ber çavên raya giştî ya neteweyî û navneteweyî. Lê lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Doza Îsmaîl Bahçecî li ser refikên tozgirtî yên dadgehê man.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 206'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên ditın, kıryar bên darizandin" hat vekırın, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan li kiryarên birayên hev Eyup û Mahîr Karabey ku di 1995'an de hatin binçavkirin cenazeyê wan ê îşkencekirî hat dîtin, pirsin û doza edaletê kirin.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin.
