* Di modela Skandînavyayê de, şaredarî û serxwebûna darayî xurt e. Wekheviya civakî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk taybetmendiyên bingehîn in. (DOSYA)
* Çelê ya ku bi 38 jîngehên xwe yên qedexekirî bûye navenda polîtîkayên ewlehiyê, jiyana sivîl lê bi awayekî fîîlî ji holê hatiye rakirin.
* Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bi bîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."
* Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê, ji bo bîranîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û ji bo hemû jinên hatine qetilkirin, dê pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê" li dar bixe.
* Rewşa tenduristiyê ya rojnameger Huseyîn Aykol were şopandin.
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di civîna dawî ya hevdîtinên budçeyê yên Meclisê de biaxivin. (12.00)
* Malbatên xizmên xwe di erdhejên 6'ê Sibatê de winda kirin, dê li dijî Paketa Darazê ya 11'an li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê çalakiyê bidin destpêkirin. (12.00)
* Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê dê li dijî qirkirina ekolojiyê li quntarê Çiyayê Cûdî 50 hezar darên berûyê dayne. (13.00-17.00)
* ANYAKAYDER, dê li eywaneke dawetan a li Okmeydaniyê kongeraya xwe ya asayî li dar bixe. (13.00)
