ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Mûstafa Kalayci di hevdîtinên budçeyê de axivî. Kalayci, got ku pêvajo ber bi encamgirtinê ve diçe û hewceye zimanê cihêkar were terikandin.
Hevdîtinên têkildarî hemû Pêşniyarqanûnên Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2026’an ku li Lijneya Giştî ya Meclisê tên kirin, didome. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Mûstafa Kalayci di hevdîtinan de axivî û bal kişand ser Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê. Kalayci, got ku divê guhertinên destûra bingehîn û yasayî yên li gorî xwezaya vê pergalê bên kirin. Kalayci, got ku divê Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûnên Hilbijartinê jinûve bên verastkirin û “qanûna etîka siyasî” were derxistin.
Kalayci, got ku divê çanda lihevkirinê serwer be û zimanê cihêkar were terikandin. Kalayci, îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Ev pêvajo, veguheriye polîtîkaya dewletê. Her çend hin provakasyon hebin, hin hewldanên sabotekirinê yên navxweyî û derve, hin propagandayên reşkirinê û îstîsmar û îftîra hebin jî, gav bi gav ber bi encamê ve diçe. Hewceye gavên ku dê standartên demokratîk bilind bikin, dewleta hiqûqê xurt bikin û di asta reformê de tavilê bikevin meriyetê.”
Kalayci, got ku ew ê têkildarî budçeyê dengê “erê” bidin.
