ENQERE - Piştî diyarkirina mûçeyê kêmtirîn, ji bo “kaxizên biqîmet” ji sedî 19 zem hate kirin.
Piştî diyarkirina mûçeyê kêmtirîn, weke gava ewil ji bo “kaxizên biqîmet” zem hate kirin. Li gorî biryara di Rojnameya Fermî de hate teblîxkirin, ji bo pasaport, belgeya ajokariyê, qerta nasnameyê, nasname, kaxizên noterê û gelek ewraqên din ji sedî 19 zem hate kirin.
Li gorî zemên nû, bihayê pasaportê ji sedî hezar û 135 lîreyan derket hezar û 351 lîreyan; belgeya ajokariyê ji hezar û 420 lîreyan derket hezar û 690 lîreyan; kaxiza noterê ji 125 lîreyan derket 149 lîreyan.
