NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan bal kişand ser ku li Tirkiyeyê siyaset li gorî nijad, ol û mezhebê tê kirin û got: "Bêyî demokratîkbûna saziya siyasetê, şensekî Tirkiyeyê tune ye ku pirsgirêkên xwe çareser bike."
Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, rewşa rêveberiyên herêmî careke din di rojevê de ye. Bi taybetî, nîqaş li ser Peymana Xweseriya Rêveberên Herêmî ya Ewropayê didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) diparêze ku divê Tirkiye şerhên xwe yên li ser şertê rake û modeleke rêveberiyê ya bihêztir bicîh bîne. Her çend CHP jî dixwaze rêveberiyên herêmî xurt bike jî, AKP û partiyên hevalbendên wê li ser vê mijarê bêdeng dimînin.
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan pirsên me yên der barê girîngiya Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê û îhtîmalên Tirkiyeyê yên li ser vê mijarê de bersivandin.
Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê çi pêşbînî dike?
Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê belgeyek e ku ji hêla Konseya Ewropayê ve ji bo îmzekirinê hatiye vekirin. Ew peymanek e ku armanc dike ku rêveberiyên herêmî ji desthilatdariya navendî bêtir xweser û serbixwe bike. Wekî din, ev peyman di 15'ê Cotmeha 1985'an de hat pejirandin. Di Cotmehê de li Konseya Ewropayê civînek jî ji bo 40'emîn salvegera wê hat lidarxistin. Ji ber vê yekê, 40 sal derbas bûn ji dema ku Konseya Ewropayê ev demokratîkbûn ji bo welatên xwe yên endam pêşbinî kir. Me di wan 40 salan de hîn jî ew bi dawî nekiriye; em hîn jî li ser nîqaş dikin. Hin ji me ji vê yekê bi fikar in û rêveberî şerhê datîne ser hin bendên wê.
Hûn dikarin hinekî bêtir li ser girîngiya vê peymanê ji bo rêveberiyên herêmî rave bikin? Têkiliya di navbera rêveberiyên herêmî û xweseriyê de di vê peymanê de çawa cih digire?
Rêveberiyên herêmî bi rastî bingeha demokrasiyê ne. Hin welat vê yekê bicîh tînin, yên din na. Ev bi avanî û nêzîkatiyên welatan ve girêdayî ye. Ji 46 welatên endam 30 kes li ser hin bendên wê gumanên xwe hene. Ew li ser avakirina mekanîzmayekê ye ku dikare rasterast şert û mercên jiyana min, şêweya rêveberiyê û daxwazên min li cihê ku ez lê dijîm şekil bide (Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê). Ew li ser wê yekê ye ku rêveberiya darayî ya herêma ku ez lê dijîm, dixebitim û lê dimînim dê çawa were birêvebirin, dê çi were kirin, tişt li gorî daxwazên me ne yan na... û li ser refleks û çavdêriya rasterast a daxwazên kesên ku bi şaredariyê re di têkiliyê de ne. Mînaka herî baş Îngilîstan e. Li Îngilîstanê, rêveberiya herêmî tê wateya hikûmeta herêmî.
Rêveberiyên herêmî bi rastî bingeha demokrasiyê ne. Em, lê nanêrin ku dê kî me çawa rê ve bibe. Em lê mêze nakin dê çawa bi rê ve bibe.
Ew peymanek e ku welatan gav bi gav li gorî avaniyên xwe û têkiliya xwe bi demokrasiyê re şekil dane. Em jî vê peymanê qebûl dikin. Tirkiyeyê di 21'ê Mijdara 1988'an de îmze kir. Meclisê di 9'ê Kanûna 1992'yan de pejirand. Di 1'ê Nîsana 1993'yan de ket meriyetê. Niha, şerta xwerêveberiya herêmî 40 sal berê hatiye damezrandin. Em hîn jî nîqaş dikin ka divê bi vî rengî be yan jî bi wî rengî. Em ji Şerta Xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Ewropayê ya 1985'an dûr in; li vir her tim tirs heye.
Bingeha wê ev e: hûn mirovan wekî pîroztirîn dibînin? Ma mirov afirîdeya herî pîroz a li ser rûerdê ye? Ger wisa be, girîng e ku ew çawa tên rêvebirin yan na? Em, lê nanêrin ku dê kî me çawa rê ve bibe. Em lê mêze nakin dê çawa bi rê ve bibe. Lêbelê, ev hemû biryar qaîdeyên ku bi rengekî piştrast dikin ku mirov pir çêtir tên rêvebirin. Ev şert, li ser zêdekirina hêza we ye ku hûn li herêma ku hûn lê dijîn jiyaneke guncawtir û bi kalîtetir ji bo xwe biafirînin.
Ez dixwazim nîşan bidim ku welatê me çiqas li paş siyasetê ye. Em dibînin ku daxwazên civakê jî pir li paş mane. Çima hûn di vê mijarê de dudil in? Ji ber ku hûn ditirsin ku ew me dabeş bike û parçe bike, gelo hûn ê bikin yan nekin? Çima em nikarin civatekê biafirînin ku pabendî peymanên xwe be? Asteng, zext, an tirs çi ye ku rê li ber vê yekê digire? Wê analîz bikin.
Sedema bingehîn a vê rewşa "paşketinê" çi ye?
Ji ber ku pênaseyeke me ya hemwelatîbûnê tune ye. Siyaset li gorî nijad, ol û mezhebê tê kirin. Her kes bi perspektîfa nijad, ol û mezhebê li hev dinêre. Lêbelê, dewlet têkiliyeke xwe ya hiqûqî ye. Erk û mafên min çi ne? Ev pênaseya hemwelatîbûnê ye. Ew pênaseyeke hiqûqî ye. Lê gava ji wan tê pirsîn ka hemwelatîbûn çi ye, li şûna ku bêjin "Ez hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me", mirov tiştên wekî "Ez Kurd, Misilman, Elewî, Sunnî me" dibêjin. Ev civak ne civakeke xwedî hesteke hiqûqî ya pêşketî ye. Ne civakeke ku çarçoveya hiqûqî ya têkiliyên takekesî-dewletê tijî kiriye. Ew civakeke ku pîşe, hişmendî, berhemdarî û perwerdehiya wê kêm pêş ketiye; civakeke ku tenê nasnameyên ji dê û bav û cihê jidayikbûnê mîras girtiye wekî taybetmendiya herî girîng a jiyana xwe dibîne. Dikare were gotin ku ew hîn negihîştiye asta hemwelatîbûnê.
Dê çi ji heq vê rewşê derkeve?
Diviyabû ev dabeşbûn demek berê bihatana çareserkirin. Ya ji heq van dekreve, maf û azadiyên bingehîn in. Mirovbûn, bêyî cudahiya nijad, ol û mezhebê ye.
Diviyabû ev dabeşbûn demek berê bihatana çareserkirin. Çi dê wan bi ser bixe? Maf û azadiyên bingehîn in. Taybetmendiya me ya hevpar çi ye? Mirovbûn, bêyî cudahiya nijad, ol û mezhebê ye. Maf û azadiyên bingehîn çi ne? Di qanûna gerdûnî ya cîhanê de, heke ez mirovek bim, mafên min nayên jibîrkirin. Ji jidayikbûnê heta mirinê mafên min hene. Siyaset wisa nake. Wekî din, Komara Tirkiyeyê nasnameya Tirk, Misilman û Sunnî li şûna hemwelatîbûnê daniye. Ev pirsgirêkeke mezin diafirîne. Îro, em ji bo nasnameya hemwelatîbûnê kor in.
Gelo ev di şert û mercên Tirkiyeyê de mimkun e?
Bê guman mimkun e. Ger hûn tiştekî bikin, ger hûn li gorî wê hewl bidin, ew ê çêbibe. Lê hûn nekarin jê sûd wergirin. Çima siyaset winda dike dema ku ew aliyê "mirovî" dide pêşiyê? Siyaset tiştekî pir paşverû ye... Ew saziya siyasî ye ku vê rejîmê li ser pêyan dihêle. Niha 600 kes dikevin wir (Meclis). Ew ji bo Destura Bingehîn sond dixwin. Endamek meclisê di girtîgehê de ye ji ber ku biryara Dadgeha Destura Bingehîn nehatiye bicîhanîn. Pêdivî ye ku ev saziya siyasî were demokratîkkirin. Ango, ew bi qasî şerta xweseriya rêveberiyên herêmî girîng e. Ger saziya siyasî neyê demokratîkkirin, şensekî Tirkiyeyê tune ku pirsgirêkên xwe çareser bike.
Hinceta "parastina avaniya dewleta yekgirtî" wekî yek ji sedemên gumanên Tirkiyeyê tê destnîşankirin. Gelo peyman dev ji avaniya dewleta yekgirtî berdide?
Ew dibêjin qey dewleta yekgirtî "yekpareyiya axê" ye. Dewleteke yekgirtî celebeke mekanîzmaya rêveberiyê ye. Dema ku ew yekgirtî nebe, ew dibe federal. Gotina "Heke em yekgirtî nebin, em ê werin parçekirin" di rastiyê de ji qelsiya têgehên bingehîn derdikeve. Alternatîf, cudahî, ji bo dewleteke yekgirtî federalîzm e. Almanya federal e. Wekî din, ji bo ku mirov federal be, divê mirov civakeke pir pêşkeftî be. Ger hûn difikirin ku peyva "yekgirtî" hevwateya "yekpareyiya axê" ye, di destpêkê de valahiyeke têgehî heye. Lê gotina "bila em yekgirtî nebin" nayê wê wateyê ku divê axa me were parçekirin. Ev tê wê wateyê ku bila di forma xwe ya hikûmetê de cudahî hebin. Ew wê wekî ku "yekpareyiya axê ya yekgirtî" be bi kar tînin. Tu girêdanek tune. Carekê min bi kesekî re hevdîtin kir ku ji bo rêberek pir girîng gotar nivîsand. Wê demê, kesê ku wî gotarên wî ji bo wî nivîsand serokwezîr bû. An ew difikirî ku "yekgirtî" tê wateya "yekparçeyiya axê", an jî wî têgeha ku em qala wê dikin fêm nedikir.
Hinek madeyên Tirkiyeyê şerh daniye ser hene lê madeyên şerh nedaniye ser jî hene. Gelo Tirkiye madeyên şerh nedaniye ser bicih tîne yan na?
Me hêj meseleya qeyûm jî çareser nekiriye. Heta bi destûra xwe ya bingehîn jî nakin. Heke destûra bingehîn a dewletê nebe, hebûna wê dewletê jî nîne. Dadgeh, destûra bingehîn ji holê radikin. Em niha di rewşekî wiha de ne. Anku Konseya Ewropayê, peyman, mirov, rêveberî... Rêveberî û zîhniyeteke ku hebûna xwe ya rewa înkar dike heye. Pir zûde ye bi Peymana Konseya Ewropayê (şertê xweseriyê) nayê kirin. Bi hiqûqa nayê kirin. Anku hiqûqê nexwazin, cîbicîkirina peymanên navneteweyî daxwaz nekin... Ox, dilê me rehet bû! Divê mirov neyê wê derê. Lê ji ewil divê pêşdaxwaza vê, cîbicîkirina destûra bingehîn be.
Qeyûm, bi awayekî sîstematîk didome. Gelo tişta pêşiya vê vedike çi ye?
Têgeheke ‘terorê’ di wir de bicih kirin. Partiya Gel a Komarê, ev mijar nebir Dadgeha Destûra Bingehîn. Di demokrasiyan de hewceye mirov her tim hşyar be. Heke tu vê bi awayekî bêdeng paşguh bikî, piştre ew li cihekî dikeve meriyetê. Mesela, çima CHP’ê wê demê li dijî vê nerazîbûn nîşan neda? Çima dengê xwe nekir? Heke bêyî biryarekê dadgehê tu ji kesekî re bibêjî ‘terorîst’, ma ev bi îdareya siyasî dibe? Ma ev a tê kirin kar e? Tawanbariyeke gelek giran e. Ev tê wê wateyê ku parlamento ne avadaniyeke demokratîk e, baldar tevnagere. Çima? Ji ber ku heta saziya siyasetê neyê demokratîkkirin, pêkan nîne ku Komara Tirkiyeyê jî demokratîk bibe.
Li Tirkiyeyê ferasetekî rêveberiyên xwecihî ya çawa heye yan jî gelo feraseteke rêveberiyên xwecihî heye?
Ji hêla siyasetê ve dê kî ji bo ku derê were hilbijartin, em li ser vê diaxivin. Li Enqereyê dê kî ji bo ku were hilbijartin? Dê kî bibe şaredar? Dê kî bibe serokkomar? Em, jiyana xwe tune dihesibînin. Dema me got ‘ez kesekî/a biqîmet im û girîng im. Qelîteya jiyana min girîng e’, wê demê dê tişta herî girîng bibe rêveberiyên xwecihî. Ji ber ku jiyana te li wir derbas dibe. Heke em di nava heriyê de bimeşin û bibêjin ‘gelo li Enqereyê dê kî bibe serokkomar?’, ev tê wê wateyê ku tu ji xwe re dibêjî ez ne kesekî/a girîng im. Kî were hilbijartin jî çi ji min e? Rêveberiyên xwecihî, ji bo gelê dibêje ‘ez kesekî/a biqîmet im, ez girîng im, qelîteya jiyana min girîng ‘ tiştekî girîng e. Rêveberiyên xwecihî, ji bo wan dibe bingeha demokrasiyê. Çima? Ji ber ku madem mirov zindiyê herî pîroz e, heke şertên jiyanê, herêma lê dijî û şertên wan jiyanî bin, wê demê rêveberiyên xwecihî gelek girîng dibin.
Dewlet, mekanîzmayeke xizmetê ye. Pereyê wê em didin. Em çawa didin? Bi rêya bacan didin. Başe lê venêrînek li ser vê heye? Tu niha ji bo rêveberiyên xwecihî jiyana te xweştir bikin pereyan didî ne wisa? Ew pere ji bo ku diçe, gelo tu dikarî vê kontrol bikî? CHP’ê bernameyeke nû amade kiriye. Gotina ‘Dema karesatên xwezayî nebin dê îhaleyan li gorî 21 B’yê nedin’ tê de cih digire. Baş e lê ma we heta niha nedan? Yanî li gorî 21 B'yê dide. Tevek jî kê bixwazin îhaleyan didin wan. Îhale tê çi wateyê? Anku pereyê cemaweriyê. Baş e lê te ev îhaleye daye kesên herî biqedir, yên herî hilberîner? Di erdheja Semsûrê de hemû avahî hatin hilweşandin. Tenê Navenda Çandê ya Komageneyê li ser pêyan ma. Ji ber ku pereyê wê Yekitiya Ewropayê dabû û mewzûeta înşaetê li gorî Yekitiya Ewropayê bû.
Tu bacan didî şaredariyan lê ew çawa bi kar tînin? Îhaleyan çawa didin? Divê em venêrîna vê bikin. Dema te venêrîna wê kir, wê demê ev kar bi rêk û pêk dimeşin. Ji ber ku tu dibêjî ‘tu nikarî wê bidî, tu nikarî vêya bikî’ û venêrîneke demokratîk derdikeve holê. Dema li pey bacê neketî, wê demê tenê gotina siyasetê dimîne û nakeve meriyetê. Divê were vekolandin ka ew bac, ew pereyê cemaweriyê ji bo çi hatiye xerckirin. Lêbelê mekanîzmayeke ji van pir dûr heye.
Rêveberiyên xwecihî li gorî nasname û çandên cuda divê çawa be? Reveberiyên xwecihî dikarin çawa bên demokratîkkirin?
Dema kir ku Rûbarê Zerganê paqij biherike, wê demê ev jî dê bibe. Ji bo paqijkirina Rûbarê Zerganê gelo ez pir zû axivîm? Ji ber ku ew sembolek e. Ji bo ev rûbar paqij biherike, divê derdorên mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne hebe. Şert û mercên jiyanê yên gelê Qoserê, Amedê, Stenbolê, Kadikoyê.... Tu li ku derê bijî, dema te hesabê pereyê didî pirsî, wê demê dê tevek jî bi awayekî demokratîk bên. Hewceye saziya siyasetê ya Tirkiyeyê, rejîma şer were demokratîkkirin. Lê divê gel daxwaza vê bike. Ev jî bi venêrîna bacê dest pê dike.
Heke Rûbarê Zerganê paqij biherike dê demokratîkbûn bibe. Tirkiye dirize, ev rizîn her ku diçe bileztir dibe.
Hewceye em li cihê lê dijîn pirsa ‘Ev der ne cihekî hêjayî min e. Divê ev were sererastkirin. Pereyê vê ez didim.’ Divê siyasetmedar ne tenê şerê îktîdara siyasî bike, divê berdevkiya ji bo başkirina şert û mercên civakê û daxwazên wan bike. Tirkiye, mîna Şerên Balkanan e. Êdî tu tişt bi şerên siyasî, bi guherîna îktîdarê çareser nabin. Rizîbûneke giran heye. Rizîbûneke ewqas zêde ye ku êdî nema dikare pêşî lê were girtin. Lê dema saziya siyasetê riziya, wê demê dê kî me rizgar bike? Çima ev 40 sal in Şertê Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê nayê cîbicîkirin? Destûra wê ya bingehîn - ku destûra bingehîn a leşkerî ye -, em niha li vê jî digerin. Zergan çima nayê paqijkirin? Em çima qedr û qîmetê nadin xwe? Çima siyaset vê weke hincet nîşan dide û dikeve bin destê kesên derbasî çîneke nû bûne? Divê mirov van tevan bi hev re bibîne. Kî were jî bila were, heta ku ev rejîm hebe dê tiştek neguhere. Pêwîstî, bi demokratîkbûneke bingehîn heye. Ji ber ku Tirkiye di vê krîzê de gihişt cihekî pir giran. Dirize û ev rizîbûna wê jî zêde bû.
Tirkiye dikare çawa demokratîk bibe?
Here Strazburgê, li wir du ziman hene. Heke zimanê wî/wê yê dayikê cuda be li gorî hemwelatiyên xwe tevbigere, ev pirsgirêk nînin. Ev li Tirkiyeyê pirsgirêk in. Li Norveçê ez derbasî maleke nû bûm. Heke di nava sê rojan de înternetê girê nedin, weke ku maf û azadî hatibin binpêkirin dihesibînin. Maf û azadiyên bingehîn, tê wê wateyê ku hemû pêdiviyên te ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin. Axaftina bi zimanê dayikê heta pêdivî jî nîne, tişta herî xwezayî ye. Fikr û raman, xweîfadekirin, cihê mayinê, ewlehî, ev tevek mafên bingehîn in. Ez mirov im û ji bo ku wekî mirovan bijîm, pêwîstiya min bi van tiştan heye û ev tevek jî azadî ne. Û tu niha van dabeş dikî û li ser nîjad, ol û mezheban diaxivî. ‘Tu nikarî li ser van biaxivî. Ev xayîn e, ev Misilman nîne, ev Misilman e, ev Sunî ye, ev Elewî ye..’ Dema ev mijar hatin çareserkrin, êdî siyaset dest pê dike. Li cem me siyaset nayê vê astê. Ji ber cîbicînekirina mafên mirovan wisa dibe. Dewlet bi van nake.
Sibe: Ji Hevseroka GAB’ê Neslîhan Şedalê pêşniyarên ‘rayeyê bidin herêman’
MA / Bêrîvan Altan
