RIHA - Bi hilweşandina rejîma Esad re, Sûriye ketiye serdemeke nû ya alozî û nediyariyê. Pêvajoya demkî ya di bin serokatiya Colanî de ewlehiya gelan û hevsengiyên civakî dixe metirsiyê, di heman demê de pêngavên hêzên herêmî û hegemonîk ên di qada şer de di nava sala dawî de nediyariyê kûrtir dikin.
Sûriye, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di sala 2024’an de bi guhertina desthilatê rûpeleke nû di dîroka xwe de vekir. Hilweşandina rejîma Beşar Esad di 8’ê Kanûna 2024’an de, hem di warê siyasî hem jî di hevsengiyên civakî yên welat de guhertinên bingehîn anîn. Di serdema piştî-rejîmê de, ewlehî, temsîliyeta siyasî û rewşa civakî ya nifûs û komên olî di nav hawîrdorek têkoşîn û pevçûnên dijwar de şekil wergirt. Di vê pêvajoyê de, ragihandina serokatiya demkî ya serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Ebû Muhammed el-Colanî (Ehmed El Şara), hevsengiyên hêzê yên li hundir ji nû ve diyar kir û rola Tirkiye, DYA û aktorên navneteweyî û herêmî re pêşiya zemîneke nîqaşê vekir.
Veguherînên siyasî, pevçûnên civakî û têkiliyên hêzê yên ku piştî Esad pêş ketin, hêj nekarîne pêşerojê ronî bikin. Bi taybetî azmûnên gelên mîna Kurd, Elewî û Dûrzî, berxwedana Bendava Tişrînê û Peymana 10’ê Adarê nîşan dan ku pêvajoya demkî ya welat dê bi êş be.
REJÎMA ESAD HAT HILWEŞANDIN
Şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kiribû, di 27’ê Mijdara 2025’an de bi radestkirina rêveberiyê ji bo HTŞ’ê re rengekî nû wergirt û di 8’ê Kanûnê de rejîma Beşar Esad hat hilweşandin. Di heman rojê de Esad ji welat reviya û çû Rûsyayê. Bi vî awayî desthilara malbata Esad a ku ji sala 1971’ê ve didomiya û rejîma Baasê ya 61 salan bi dawî bû. Di serdema piştî rejîmê de, gelê Kurd û gelên li Sûriyeyê dijîn, bi gelek êriş û komkujiyan re rû bi rû man û ji bo cihgirtina di pêvajoyên siyasî ya di serdema nû de têkoşîneke dijwar dan destpêkirin.
COLANÎ WEK SEROKKOMAR HAT RAGIHANDIN
Colanî, di 29’ê Çileyê 2025’an de wek serokkomarê demkî yê Sûriyeyê hat ragihandin û bi vî awayî ji bo welat serdemeke nû dest pê kir. Lêbelê di vê serdemê de li seranserê Sûriyeyê ewlehî bi temamî nehat misogerkirin. Bûyerên wekî revandina mirovan, qetlên bêdaraz û girtinên kêfî zêde bûn. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê daxuyand ku nexasim civakên mîna Elewî, Dûrzî, Xiristiyan û Bedewî ji tundiyê bandor bûne û ev bûyer bi hêzên girêdayî rêveberiya nû re têkildar in.
COLANÎ KÎ YE?
Ebû Muhammed Colanî, tevî ku îro wek Ehmed el-Şara were naskirin jî, fîgurekî ku paşeroja wî bi tevgerên cîhadîst ên tundrew re girêdayî ye. Di sala 2003’an de piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA’yê ve çûye Iraqê û bi derdorên El-Qaîdeyê re têkilî daniye û bi îdeolojiya cîhadîst perwerde bûye. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re di sala 2011’an de bûye serokê Eniyeya el-Nusra ku baskê El-Qaîde yê Sûriyeyê bû. Ev rêxistin bi êrişên xwekujî, kuştin û komkujiyan hat naskirin. El-Şara bi salan girêdayî serkirdeyê El-Qaîdeyê Eymen ez-Zewahirî bû û ji aliyê welatên rojava ve wekî terorîst dihat naskirin. Piştre daxuyand ku wî têkiliyên xwe yên fermî bi El-Qaîdeyê re qut kiriye û rêxistin di bin navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de ji nû ve ava kiriye, lê bingeha wî ya îdeolojîk li ser xeta Selefî-cîhadî ye û ji ber nêzîkatiya wî ya ku têkoşîna çekdarî û otorîter meşrû dibîne, hîn jî wekî navekî nîqaşbar tê nirxandin.
Geşedanên ku di sala dawî de mohra xwe li Sûriyeyê dane wiha ne:
BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ
Piştî hilweşandina rejîma Esad, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ya bi piştgiriya Tirkiyeyê dest bi êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser kir. Êrişên ku ewil li dijî Minbicê bi piştgiriya hewayî ya Tirkiyeyê hatin destpêkirin, bi berxwedana taktîkî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya HSD’ê re rû bi rû man. Di vê pêvajoyê de hem sivîl hem jî endamên meclisa leşkerî hatin veguhestin û vekişînek taktîkî pêk hat. Hat ragihandin ku ev vekişîn bi bandora hêzên navneteweyî, bi taybetî DYA’yê pêk hatiye. Piştre hêzên HSD’ê yên li rojhilatê Firatê xetên xwe yên eniyê ber bi rojava ve kişandin. Komên ANS’ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Firatê û Qereqozakê kirin. Ji bo parastina bendava ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, gelê herêmê û hêzên HSD’ê 118 rojan berxwedan û nobedeke bênavber meşandin. Di vê pêvajoyê de li derdora bendavê her tim nobed hat girtin û bangên piştgiriyê hatin kirin. Lêbelê di encama operasyonên SÎHA’yên Tirkiyeyê de di 19’ê Kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bilgin, di 15’ê Sibatê de Egîd Roj, di 19’ê Çile de şanogerê Kurd Bavê Teyar û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Hêzên HSD’ê piştî berxwedana 118 rojan, komên ANS’ê têk bir û ragihand ku berxwedan bi serkeftinê bi dawî bûye.
QETLÎAMÊN LI DIJÎ ELEWIYAN
Di Sibat û Adara 2025’an de, li gundewarên Lazqiye, Tartûs û Humusê ku Elewî lê zêde ne, qetlîam û binpêkirinên giran ên mafan pêk hatin. Êrişên çekdarî, girtinên kêfî û îdîayên qetlên berî 10’ê Adarê û piştî wê, aloziya mezhebî ya li herêmê kûrtir kir. Ji ber ku rêveberiya demkî derbarê van êrişan de lêpirsîneke bi bandor û şafaf nemeşand, baweriya civaka Elewî ya bi serdema piştî rejîmê kêm bû. Bi hezaran Elewî piştî guhertina rejîmê bi êrişên mezhebî re rû bi rû man û tevî sedan jin û zarok, gelek kes hatin qetilkirin.
QETLÎAMÊN LI DIJÎ DÛRZIYAN
Li başûr jî, xeta Siweydayê ya ku gelê Dûrzî lê dijî, bû yek ji navendên rageşiyê bi rêveberiya nû re. Komên çekdar ên girêdayî rêveberiya demkî û hêzên selefî, di hefteya pêşîn a Tîrmehê de êrişên sîstematîk li ser jîngehên Dûrzî dan destpêkirin. Di 8’ê Tîrmehê de Dûrzî li ser bingeha xweparastinê seferberî ragihandin. Eşîr, meclisên herêmî û rêberên olî xeteke parastinê ya hevbeş ava kirin. Di pevçûnên 9-12’ê Tîrmehê de komên êrişkar ji Siweydayê hatin derxistin û herêm dîsa ket bin kontrola Dûrziyan. Ev rewşa ku di Tîrmehê de hat ragihandin, di qadê de wekî "serkeftina Dûrziyan" hat qeydkirin û di serdema piştî Esad de peyameke xurt hat dayîn ku gelê Dûrzî bi zorê nayê birêvebirin.
PEYMANA 10’Ê ADARÊ
Peymana 10’ê Adarê ya ku di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Şamê de hat îmzekirin, wekî xala herî krîtîk a pêvajoyê derket pêş. Peymanê beriya îmzekirinê rê li ber komkujiyên li dijî Elewiyan girt û zemîna agirbesteke giştî ava kir. Di peymanê de 8 xal wiha hatin rêzkirin:
* Mafê hemû Sûriyeyiyan ê ji bo temsîliyeta di pêvajoya siyasî de û beşdarbûna saziyên dewletê, li ser esasê liyaqetê û bêyî cudahiya olî an etnîkî, dê bên misogerkirin.
* Civaka Kurd wekî pêkhateyeke resen a dewleta Sûriyeyê dê bê qebûlkirin; hemû mafên wan ên destura bingehîn tên misogerkirin.
* Li seranserê axa Sûriyeyê agirbesteke giştî dê were misogerkirin.
* Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, dê di çarçoveya rêveberiya dewleta Sûriyeyê de werin entegrekirin; herwiha deriyên sînor, balafirgeh û qadên petrol û xazê dê bikevin bin kontrola dewletê.
* Vegera hemû penaberên Sûriyeyî ya ji bo bajar û gundên wan dê were mîsogerkirin û ewlehiya wan dê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve were dabînkirin.
* Ji bo têkoşîna li dijî bermahiyên rejîma Esad û hemû hêzên ku yekitî û ewlehiya welat dixe metirsiyê de, dê piştgirî ji bo dewleta Sûriyeyê bê dayîn.
* Bangên ji bo dabeşkirina welat, gotinên nefretê û hemû hewildanên ku dibin sedema cudakarî û aloziya di nav civakê de, dê werin redkirin.
* Komîsyonên peywirdar ji bo hemû xalên vê peymanê heta dawiya salê bi temamî bikevin meriyetê, dê bixebitin.
Rêveberiya demkî ya di bin serokatiya Ehmed El Şara de, ku xalên bingehîn ên peymanê mîna vegera ewle ya koçberan, beşdarbûna hemû cudahiyan di rêveberiyê de û çêkirina peymana civakî ya hevbeş bi cih neanî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bicihneanîna peymanê tawanbar dike. Lêbelê hem Rêveberiya Xweser hem jî HSD di her fersendê de diyar dikin ku ew girêdayî peymanê ne û ji bo pêkanîna wê ya heta dawiya salê biryardar in.
KONFERANSA YEKITIYA KURDAN Û HELWESTA HEVBEŞ
Geşedaneke din a li Sûriyeyê, Konferansa Yekitiya Kurdan û Helwesta Hevbeş a Rojava bû ku di 26’ê Nîsana 2025’an de li bajarê Qamişlo di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hat lidarxistin. Konferans bi beşdariya partiyên Kurd, saziyên civakî, tevgerên jinan û aktîvîstên Kurd ên serbixwe pêk hat. Belgeya hevbeş a di konferansê de hat qebûlkirin, nasnameya Kurdan a pirneteweyî, pirbawerî û pirçandî nas kir û girîngiya pabendbûna bi peymanên mafên mirovan ên navneteweyî, parastina azadî û mafên jinan û beşdarbûna çalak di saziyên siyasî, civakî û leşkerî de destnîşan kir. Di daxuyaniyê de mîsogerkirina mafên destûrî yên Kurdan derket pêş û hedefa çareseriyeke adil û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya yekitiya Sûriyeyê de hat diyarkirin.
KONFERANSA HELWESTA HEVBEŞ
Di 8’ê Tebaxa 2025’an de li bajarê Hesekê yê Rêveberiya Xweser "Konferansa Helwesta Hevbeş" hat lidarxistin û nêzî 500 nûnerên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Tirkmen, Ermen û Çerkes beşdar bûn. Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku beşdar bi biryarên Peymana 10’ê Adarê û Konferansa Yekitiya Kurdan a 26’ê Nîsanê ve girêdayî ne. Herwiha, banga lidarxistina Kongreyeke Neteweyî hate kirin ku hemû hêzên neteweyî û demokratîk tê de beşdar bibin da ku projeyek neteweyî ya berfireh were avakirin ji bo Sûriyeyê ji qeyrana heyî derxîne. Encamnameya konferansê vîna azad û hevbeş û girêdayîna bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî nîşan da.
ŞAM JI HEVDÎTINÊN PARÎSÊ VEKIŞIYA
Di Tebaxa 2025’an de, bi navbeynkariya DYA û Fransayê hat ragihandin ku dê ji bo entegrasyona HSD’ê bi Rêveberiya Şamê re, li Parîsê di demeke herî nêz de hevdîtin bên kirin. Ev daxuyaniya piştî civîna Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê Tom Barrack û Wezîrê Derve yê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Esad el-Şeybanî ya di 25’ê Tîrmehê de hat dayîn. Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku wezîr Barrot di heman rojê de bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî re bi telefonê axiviye.
Lêbelê Rêveberiya Şamê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtinên Parîsê nebe û "Konferansa Helwesta Hevbeş" a li Hesekê wek hincet nîşan da. Ev biryar bandora Tirkiyeyê ya li ser Rêveberiya Şamê bi aşkerayî nîşan da û nîqaşên ku ev biryar ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin anî rojevê.
HILBIJARTINÊN JI VÎNA GEL DÛR
Hilbijartinên parlamenê yên Sûriyeyê yên piştî Esad ku di Îlona 2025’an de hatin kirin, tevî ku wekî gaveke demokratîk hatin nîşandan jî, di qadê de hat dîtin ku gel nekarî rasterast dengê xwe bide û desthilata navendî di diyarkirina namzetan de bi bandor bû. Meclîsa Gel a Nû ji 210 kursiyan pêk tê; 70 endam rasterast ji aliyê Colanî ve, 140 endamên mayî jî bi rêya komîteyên binî yên di bin kontrola Şamê de hatin wezîfedarkirin. Di hilbijartinên ku tenê nêzî 7 hezar hilbijêran karîbûn deng bidin de, li herêmên Rêveberiya Xweser û Siweydayê hilbijartin hatin taloqkirin. Piraniya namzetan ji akademîsyen û pisporan hatin hilbijartin, lê rêjeya temsîliyeta serkirdeyên xwecihî kêm ma. Ev modela ku beşdariya wê kêm û kontrola wê navendî ye, wekî modeleke ku ji vîna rastî ya gel dûr e hat nirxandin.
FAKTORA ÎSRAÎLÊ
Îsraîl, ku bi komkujiyên xwe yên li Xezzeyê, êrişên xwe yên hewayî yên li ser Lubnanê û operasyona xwe ya li dijî Îranê xwe nîşan daye, welatê ku herî zêde ji rewşa kaotîk a li Sûriyeyê sûd wergirtiye. Îsraîl dagirkeriya xwe ya li Girên Golanê heta sînorê Şamê bir û di bin navê "parastina Dûrzan" de dest bi bicihbûneke mayînde kir. Bi piştgiriya DYA’yê, Ehmed El Şara ber bi zemîna peymanên mîna "Peymanên Îbrahîm" ve bir ku dê hebûna wî mîsoger bike.
Nexasim tunebûna Rûsya û Îranê, ku ji ber pirsgirêkên xwe yên hundirîn û derdorê ji Rojhilata Navîn hatine tecrîdkirin, qadeke fireh ji bo tevgera Îsraîlê vekir.
DAWIYA SALÊ
Di dawiya salê de, di 13’yê Kanûna 2025’an de di êrişeke li nêzî Palmîrayê de 2 leşkerên DYA’yê û wergêrekî sivîl jiyana xwe ji dest dan, 3 leşkerên DYA’yê jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êriş ji aliyê mîlîtanekî DAIŞ’ê ve hatiye kirin, lê di daxuyaniyên ji aliyê Sûriyeyê ve hat diyarkirin ku êrişkar endamekî hêzên Hikumeta Sûriyeyê ye. Di dawiya salê de, bi berfirehbûna qada kontrola HTŞ’ê, metirsiya zêdebûna nifûsa DAIŞ’ê jî derket holê. Herwiha, dagirkirina hin herêman ji aliyê Îsraîlê ve û kontrolkirina hin qadan ji aliyê komên ku Tirkiye bi dizî piştgiriyê dide wan, rastiyeke aşkera ye. Di pêvajoya li pêşiya me de îxtîmala heye ku Îsraîl û Tirkiyeyê li qada Sûriyeyê werin pêşberî hev û planên hêzên hegemonîk nîşan didin ku şerê parvekirina Sûriyeyê hîn bi dawî nebûye.
Di nav van hemû kaos û pevçûnan de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelê herêmê hêviyên derbarê pêşerojê de zindî dihêle.
MA / Melîk Varol
