ANTALYA - Danişîna doza 4 girtiyên bi îdiaya “zirar dane têlên bi pacan ve” tên darizandin, hat lidarxistin. Girtiyan xwestin parastina xwe bi Kurdî bikin lê dadger bi gotina “Hûn dê di dadgeha min de bi Tirkî biaxivin” asteng kir.
Der heqê girtiyên bi navên Umît Tamûr, Cesîm Yildirim, Îbrahîm Ertaş û Ozkan Bayhan ên li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Manavgat a Antalyayê tên ragirtin, bi îdiaya ku “zirar dane têlên bi pacên odeyan ve hatine kirin” doz hatibû vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê, pêr li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Manavgatê hat lidarxistin.
‘PARASTINA BI KIRDÎ HAT ASTENGKIRIN’
Her çar girtî û endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şuheda Ronahî Çîftçî di danişînê de amade bûn. Girtiyan, xwestin di çarçoveya mafên xwe yên di Destûra Bingehîn de, parastina xwe bi Kurdî bikin û daxwaza wergêr kirin. Dadgerî jî li dijî vê daxwazê got: “Gelo hûn henekên xwe bi min dikin? Ev der dadgehên Komara Tirkiyeyê ne. Di dadgeha min de hûn ê bi Tirkî biaxivin. Ez nahêlim kesek bi Kurdî biaxive. Hûn xwe çi dihesibînin?” Dadgerî, daxwaza girtiyan red kir.
DAXWAZA GUHERANDINA DADGER
Piştî redkirina daxwaza parastina bi Kurdî, parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî mafê axaftinê girt û got helwesta dadger ne tenê derhiqûqî ye, di heman demê de li dijî rêgeza rûmeta mirovahiyê û hemwelatiya wekhev e. Şuheda Ronahî Çîftçî, diyar kir ku di dozên cuda de jî girtiyan parastinên xwe bi Kurdî kirine. Li ser vê yekê serokê dadgehê tinazên xwe kir û got: “Bawerim hûn di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne.”
Şuheda Ronahî Çîftçî jî nêzikatiya dadgehê bêcidiyet nirxand û got dadgehê bêalîtiya xwe winda kiriye. Bi domdarî got: “Parastina bi Kurdî, di hiqûqa gerdûnî û navxweyî de mafek e. Dadgerê dadgehê biisrar vê binpêkirinê didomîne û îradeyeke ku dozê bitendurist birêve bibe nîşan nedaye. Em dixwazin dadger were guherandin.” Şuheda Ronahî Çîftçî, got ku tiştên hatine jiyîn ne pirsgirêka uslûbê ye lê encamekî tunehesibandina sîstematîk a nasnameya Kurd, zimanê Kurdî û parastinê ye.
‘SABOTEKIRINA AŞTIYA CIVAKÎ YE’
Şuheda Ronahî Çîftçî, di berdewama parastina xwe de helwesta heyî weke hewldaneke sabotekirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got: “Ev ne tenê binpêkirineke darazî ye; di heman demê de sabotajeke li dijî îradeya aştiya civakî, wekhevî û pêkvejiyanê ye. Peywira darazê ne sabotekirina pêvajoyê ye, bicihanîna edaletê û misogerkirina mafên mirovan e. Em ê der heqê berpirsyaran de serlêdanên hiqûqî û îdarî bikin. Kes nikare parastina bi Kurdî asteng bike. Parastin nayê bêdengkirin. Edalet bi înkar û tehekûmê nayê bicihanîn.”
Hat zanîn ku girtiyan, ji ber helwesta dadger parastina xwe nekirine.
Dadger jî daxwaza guherandina dadger red kir û danişîn taloqî 2’yê Nîsana 2026’an kir.
