AMED - Hevseroka Şaxa OHD a Amedê Zeynep Karayilan ku got, "Parastina 'mafê hêviyê' parastina mafê aştiyê ye" ev tişt gotin: "'Mafê hêviyê' ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan rêgezek e, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyan e û hêviya tevahiya gelekî ye."
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4'ê Çileyê de mîtînga "Hêvî û Azadî"yê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe. Di mîtîngê de ku dê li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin, Veysi Aktaş û Çetin Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê axaftinê bikin.
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Yakup Demîr û Hevseroka Şaxa OHD a Amedê Zeynep Karayilanê her kesî vexwendin mîtîngê.
Demir destnîşan kir ku di pêvajoyek ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de, Abdullah Ocalan tenê dikare bi parêzer û şandeyên xwe re bi hin sînordarkirinan hevdîtin bike û ev rewş bûye astengiyek ku pêvajoyê hêdî dike. Demir destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan karibe ramanên xwe bi azadî bi civakê re parve bike û got: "Azadiya birêz Abdullah Ocalan yek ji şertên girîng e ji bo pêşketineke saxlem û serkeftina pêvajoyê."
Demîr biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser "mafê hêviyê" bi bîr xist û diyar kir ku daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" dê bi mîtîngê hîn xurttir bibe. Demîr hemû beşên civakê vexwend mîtîngê û bang li wan kir û got: "Em li benda hemû gelê xwe ne ku di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bin da ku piştgiriyê bidin mafê hêviyê."
11 SAL IN NAYÊ PÊKANÎN
Zeynep Karayilanê bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî "mafê hêviyê" girtiye dest û bang li Tirkiyeyê kiriye ku nexşerêyekê pêşkêş bike û got: "Biryarek 11 sal berê hatiye dayîn. 'Mafê hêviyê' mafek e. Divê bê şert û merc were bicîhanîn."
Zeynep Karayilanê bi bîr xist ku gelek girtî dê ji rêziknameyeke der barê "mafê hêviyê" de sûd wergirin û got: "DMME û pisporên hiqûqî dibêjin 'mafê hêviyê', lê birêz Abdullah Ocalan dibêje 'rêgeza hêviyê'. 'Mafê hêviyê' ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan e, di heman demê de rêgeza hêviyê ji bo bi hezaran girtî û gelekî ye. Werin em hemû vê bangê careke din bînin ziman. Werin em ji bîr nekin; parastina 'mafê hêviyê' parastina aştiyê ye."
