Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin

  • rojane
  • 14:40 27 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin û cezakirina kiryarên wan edalet xwestin. 

 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên xwe yên heftane yên ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, domandin.
 
AMED
 
Malbatên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 881'emîn a çalakiya xwe ya li Parka Koşûyolûyê de, li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26'ê Kanûna 1997'an de li Amedê hat windakirin pirsîn.
 
Çalakî, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hat vekirin. Parazvanên mafên mirovan li vir kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê Ercan Yilmaz, ewil 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin kuştin bibîr anî û xwest edalet cihê xwe bibîne. 
 
Piştre Mizgîn Ozdemîr çîroka kalikê xwe Mehmet Ozdemîr ku hatiye windakirin xwend û xwest hestî û gora kalikê wê bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn. 
 
ÊLIH
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan li Elihê çalakiya xwe ya li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 717'an de berdewam kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta darizandina kiryarên komkujiya Roboskiyê ku di 22'yê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qileban a Şirnexê 34 kes bi balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin, hat pirsin.
 
Endamê ÎHD'ê Huseyîn Elçî çîroka 34 qurbaniyan vegot. Elçî diyar kir ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve çar bombe li ser gundiyên ku ji sînorê Iraqê derbas dibûn hatine reşandin û got: "Kom ji 38 gundiyan pêk dihat, di nav wan de zarok jî hebûn û herî kêm 50 hêstir hebûn. Di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. 19 ji wan kesên ku mirin di bin 18 saliyê de bûn. Ji nîvê zêdetir kesên ku mirin ji malbata Encu bûn."
 
Elçî bal kişand ser doza komkujiyê û got ku divê kujerên her 34 welatiyan bên dîtin û darizandin û cezakirin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 207'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartek bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin,wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsînê ji kiryarên kuştina Hasan Ateş kirin ku di sala 1994'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û qetilkirin.
 
Daxuyaniya metnê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Colemêrgê Sibel Çaprazê ve hat xwendin. Çaprazê destnîşan kir ku têkoşîna malbata Ateş a ji bo zarokê xwe yê li ber çavê cîhanê aht qetilkirin, bi biryarên bêhiqûqî yên darazê hatiye astengkirin û got ku lê dê têkoşîna wan a ji bo aqûbeta Hasan Ateş bidome û ew ê tim doza darizandina kiryarên wî bikin. 
 
RIHA
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê 64'emîn çalakiya xwe ya heftane li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xist. Beşdaran wêneyên windayan hilgirtin.
 
Vê hefteyê, ji bo Fethi Yildirim ku li navçeya Wêranşar a Rihayê winda bû, edalet hat xwestin. Hevserokê Şaxa ÎHD ya Rihayê Baver Gul daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: "64 hefte ne, em têkoşîna herî dirêj a ji bo heqîqet û edaletê li van axan didomînin da ku balê bikişînin ser rastiya windakirinên bi zorê û polîtîkayên înkar û bêcezatiyê. Îro, em careke din radigihînin ku me hezkiriyên xwe yên di binçavan de ji bîr nekirine, em ê nehêlin ew werin jibîrkirin û em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin."
 
Gul got: "Wekî malbatên kesên ku bi zorê hatine windakirin, em dipirsin, hezkiriyên me li ku ne? Em bi destnîşan dikin ku windabûn ne tenê ji bo kesên ku winda dibin trawmayek e, di heman demê de trawmayek e ku jiyana kesên ku li dû xwe hiştine tarî dike û bi nifşan berdewam dike; ev sûc nikare têkeve ber demboriyê."
 
Daxuyanî piştî xwendina çîroka Fethi Yildirim ku 31 sal berê hat windakirin, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya du hefteyî domand û li ser çarenûsa kesên ku di binçavan de winda bûne daxwaza edaletê kir. Pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan" hatin daliqandin. Rêvebera şaxa ÎHD ya Îzmîrê Nazli Turanê vê hefteyê bal kişand ser doza Veysel Guney ê 24 salî ku di 28'ê Kanûna 1980'yî de piştî darizandina li Edeneyê hat îdamkirin û cihê veşartina wî hîn jî nayê zanîn.
 
Nazli Tûranê bilêv kir ku malbata Guney û hevalên wî bi salan ji bo cihê gora Guney têkoşiyane, lê dîsa jî cihê gora wî nehatiye hînkirin. Nazli Tûranê bang kir ku cihê gora Guney bê eşkerekirin.

Sernavên din

15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir