Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
- jin
- 09:58 30/9/2022
Xwendekara îranî N.R. da zanîn ku ji biçûkatiyê heta niha gelek caran rastî zexta “polîsên exlaqê” hatiye û wiha got: “Jinên îranî zilam li pey xwe hiştin û şoreş dan destpêkirin.”
Xwendekara îranî N.R. da zanîn ku ji biçûkatiyê heta niha gelek caran rastî zexta “polîsên exlaqê” hatiye û wiha got: “Jinên îranî zilam li pey xwe hiştin û şoreş dan destpêkirin.”
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê ku qetilkirina Jîna Amîniyê li ber Konsolosxaneya Îranê şermezar kir got ku pergala ji tayê por bitirse, dawiya dawî dê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin"
Jinên sînemager ên tirkiyeyî bi vîdeoya amade kirin re xwedî li berxwedana jinan a li Îranê derketin û ji bo azadî û wekheviyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Jina bi navê Nûr Efşan T. ku li Mêrsînê ji hêla zilamê bi navê Hakan T. ve bi giranî hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Esma Başegmez ji hêla kujer Emrah Başegmez ve hatibû qetilkirin. Faîlê ku piştî qetilkirina Başegmez reviya bû, 3 meh piştre hat binçavkirin.
Jin ji bo beriya hilbijartinên 2023’yan daxwazên xwe bînin ziman wê di mehên cotmeh û mijdarê de di “Forûmên Jinan ên EŞÎK’ê” de bicivin.
Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê Ceren Yildiz di daxuyaniya ji bo Jîna Mahsa Amînî de axivî û wiha got: “Ya ku bi qetilkirina Jîna Mahsa re mezin dibe, hêrs û serhildana me ye.”
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, di nameya têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê şandin de li dijî hişmediya mêr a jinan qetil dike banga têkoşînê kir.
Di pêşengtiya Jin Bi hev re Hêz in de wê ji bo Jîna Mahsa Amînî ya hate qetilkirin dê di 2’yê cotmehê de li navçeya Kadikoyê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.
Pankarta ku wêneyê Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hate qetilkirin li ser bi Keleha Wanê ve hate daliqandin.
Endamên Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê dema ji bo Jîna Mahsa Amînî dirûşm berz dikirin, komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakvanan bike.
Parlamentera Tevgera Goran a Berê û Endama Civaka Neteweyî ya Kurdistanê Sûad Razzaq bal kişand ser yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Em jin ji bo mafên xwe hewceye qadan neterikînin. Jinên kurd li Bakur û Başûr xebatên xwe didomînin, li Rojhilat şoreşê dikin û li Rojava destanê dinivîsinin. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e û divê jin yekitiya xwe ava bikin.”
Berdevka Maseya Ol û Baweriyan a Herêmê ya HDP’ê Sabahat Acar diyar kir ku desthilat olê weke amûrekê bi kar tînin û bi lêv kir ku AKP’ê bi bikaranîna misilmantiyê li ser tirkbûnê qadeke bandora siyasî ava kiriye.
Ji Komîteya Peywendiya KJAR'ê Berîvan Şaho diyar kir ku gel ji bo guhertina pergalê serî hildaye û wiha got: "Gelên Îranê êdî pergala heyî qebûl nakin. Daxwazên wan tenê ne daxwazên neteweyekê ne yan jî daxwazên civakekê, daxwazên hemû girseyên azadîxwaz in."
Jinên ku qetilkirina Mahsa Amîniyê şermezar kirin gotin: "Ji bo hilweşandina zilamtiya serdest, em ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin."