Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin

  • rojane
  • 11:28 26 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de rapora MASAK’ê ya têkildarî weşan û materyalan nehat pêşkeşkirin lewma danişîn hate taloqkirin. 
 
Danişîna 4’emîn a doza Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li 15’emîn 15’emîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Edliyeya Bakirkoyê hat lidarxistin. Endam û rêveberên komeleyê ji ber xebatên komeleyê tên darizandin. Hinek rêveberên komeleyê û parêzer tev li bûn. 
 
Dadgehê di danişîna din de ji Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê re muzekkere nivîsandibû û xwestibû ku tevahiya weşan û materyalên li gorî girteka MASAK’ê hatine amadekirin bên şandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê bersiv neda muzekkereyê. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Dadgehê biryar da ku ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê re muzekkere were nivîsandin ku endam û rêveberên komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin û beraet kiribûn. Dadgehê daxwaza şandina weşan û materyalên di rapora MASAK’ê de cih girtin kir. danişîn taloqî 11’ê cotmehê hate kirin.