Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir

  • rojane
  • 17:56 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Hanna Aykurt ê li Dêra Ortodoksê ya Stenbolê wezîfedar e dema li Mêrdînê banê mala xwe tamîr dikir ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Horiepiskopos Hanna Aykurt ê ku li Dêra Ortodoksê ya  Sûryanî ya Stenbolê wezîfedar bû, danê sibehê dema ku banê mala xwe ya li navçeya Midyada Mêrdînê  tamîr dikir hevsengiya xwe winda kir û ket xwarê. 
 
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Hanna Aykurt a 68 salî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Aykurt ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê. 
 
Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.