Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da

  • rojane
  • 13:23 25 Kanûn 2024
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Delal Akyuz li dijî biryara hefsa malê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li DMME’yê da. 
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, di 13’ê sibata 2024’an de li Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Akyuz, li dijî cezayê hefsê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji ber ku ji îtîrazên kiribû encam derneket û rêyên hiqûqa navxweyî xelas bûn, Akyuz bi rêya parêzerên xwe serlêdan kir. 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku sepanên miwekîlê wan rû bi rû mayî li dijî PMME’yê ye. Hat gotin ku Akyuz ji pişt ve hatiye kelemçekrin û sepanên di dema muyaneya edlî rastî hatî dikevin çarçoveya “îşkence û muameleya xerab.” Her wiha hat gotin ku îtîrazên ji bo rakirina cezayê hefsa malê hatine redkirin û dadgeh bêalî û adilane tevnegeriyane. Her wiha hate diyarkirin ku Akyuz ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye darizandin û bi cezayê hefsa malê re mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.