Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn

  • rojane
  • 13:33 25 Kanûn 2024
  • |
img

AGIRÎ - Bi hinceta “Trafîk xitimandine” cezayê pereyan li wesayîtên kesên beşdarî şîna rojnameger Nazim Daştan bûn, hate birîn. 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Malbata Nazim Daştan, xwest li mala şînê ya navçeya Giyadîn a Agiriyê şîna xwe deyne lê hate astengkirin. Polîsan bi ser mala şînê de girtin, bangî xwediyê mala şînê kir ku îfadeyê bide. Li ser vê yekê, malbata Daştan li baxçeyê mala xwe ya li Taxa Fatîhê şîna xwe danî. 
 
Taxa şîn lê hatiye dayin, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin lê dîsa jî gelek kes çûn serdana şînê. Polîsan, bi hinceta “hatin û çûna erebeyan asteng dikin”, ji bo kesên hatin serdana şînê û wesayîtên xwe li ser rêya tu wesayît lê nayên û biçin parq kirine, 690 TL cezayê pereyan birî. 
 
Welatiyên hatin serdana şîna Daştan gotin ku armanca ji vê derxistina nexweşiyê û zext e.