Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’

  • rojane
  • 15:38 25 Kanûn 2024
  • |
img

AGIRÎ - Welatiyê bi navê Birîndar Gezîcî ku di dema binçavkirinê de îşkence lê hatibû kirin û serlêdana sûc kiribû. Ji bo serlêdana sûc biryara “neşopandinê” hate dayin û îtîraza li dijî vê jî hate redkirin. Di biryarê de îdiaya “Kete erdê û birîndar bû” hate kirin. 

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê Birîndar Gezîcî, di meha adarê de li Bazîd a Agiriyê hate binçavkirin û îşkence lê hate kirin. Gezîcî, ji ber îşkenceyê serlêdana sûc kir lê biryara “neşopandinê” hate dayin. Îtîraza li dijî biryara “neşopandinê” jî hate redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê ji bo lêpirsîna ji ber sûcên “îşkence” û “birîndarkirina biqesdî” hatibû vekirin, biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” dabû. Parêzerê Gezîcî, Azad Akbulut li dijî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Bazîdê îtîraz kir. 
 
Di serlêdanê de wêneyên îşkenceyê jî hatibûn bicihkirin. Dadgeriyê serlêdan nirxand û îdia kir delîlên têkildarî îşkenceyê kêm in û îtîraz red kir. Dadgeriyê, ji bo şopên îşkenceyê yên li ser laşê Gezîcî jî îdiaya “Dema Gezîcî reviyayî kete erdê û birîndar bû” kir. Di biryarê de wiha hate gotin: “Dema Birîndar Gezîcî bi rêyên derqanûnî ji herêma MAR 24 TSG’ê ber bi îstîqameta Îranê ve baz dida, dema dixwest xwe li ser têlên direhî biavêje kete erdê, di dema ketinê de birîndar bû...” 
 
Di biryarê de hate gotin ku ji bilî îfadeyên Gezîcî, derheqê gumanbaran de tu delîl nehatiye peydakirin ku doza cemaweriyê lê were vekirin û hat îdiakirin biryara “neşopandinê” li gorî qanûn û usûlan e. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Birîndar Gezîcî, dema ji navçeya Bazîdê diçû Îranê di 9’ê Adarê de hate binçavkirin. Li qereqolê ji hêla leşker û cerdevanan ve hate îşkencekirin. Du rojan bi çoyên hesin û penseyê hate îşkencekirin û piştre jî dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. 
 
Dozgeriya Komarê ya Agiriyê derheqê Gezîcî d îdianameyeke ji 3 rûpelan pêk dihat amade kir. Îdianame, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de cih neda îfadeyên Gezîcî yên têkildarî îşkenceya di bin çavan û li dozgeriyê. Heta niha 3 danişîn hatine lidarxistin û Gezîcî hêj girtî ye. 
 
MA / Mehmet Guleş