Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 19:22 25 Kanûn 2024
  • |
img
SÊRT - Siyasetmedarê kurd Mûsa Kûrhanê 71 salî ku li ev du meh bûn li nexweşaneyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
 
Siyasetmedarê kurd Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da. Kûrhanê 71 salî ev du meh bûn tedawî didît lê duh ber êvarî jiyana xwe ji dest da.Mûsa Kûrhan îro li Goristana Zeveyê hat veşartin. Malbata Kûrhan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sebahat Erdogan Saritaş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aşîtiyê, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, MEBYA DER, TUAY DER û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Serxweşiya Kûrhan dê li Mala Şînê ya Meydanê bê qebûlkirin.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî li ser koca dawî ya Kûrhan wiha axivî: "Ez ji ber koça dawî ya Mamê Mûsa gelek xemgînim ku ew li Sêrtê di gelek qadên partiya me da bi me re xebitî û ji bo têkoşîna me bîreke giring e. Dema ku em bi Mûrat Kûrhan re dixebitîn, hebûna wî her tim hêz û moral dida me. Bila serê partiya me, malbat û hezkiriyên wî sax be. Cihê wî cinet be."