Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'

  • rojane
  • 19:40 25 Kanûn 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê ji bo qetlîamên "Vegera Li Jiyanê", Mereş û Roboskiyê banga "hevrûnê" kir.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî komkujiyên "Vegera Li Jiyanê", Mereş û Roboskiyê li Parka Ozgur Çocûkê daxuyanî da. Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî bi bîr xist ku di êrişên 19'ê Kanûna 2000'î de di bin navê "Operasyona Vegera Li Jiyanê" de gelek girtî hatine qetilkirin û got: "Di operasyonan de 30 jê girtî 32 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 600 kes jî birîndar bûn. Ji welatiyên ku xwestin vê komkujiyê protesto bikin 2 hezar û 145 kes hatin binçavkirin û 58 kes jî hatin girtin. Dewleta ku divê jiyana mirovan biparêze, ev erka xwe bi cih neaniye û bûye berpirsyar." Keçecî destnîşan kir ku wekî parêzvanên mafên mirovan ew ê dest ji berpirsyaran bernedin û ji bo girtî jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê bidomînin dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Rêveberê komeleyê Îsmet Kaplan jî bal kişand ku di ser Komkujiya Mereşê re 46 sal derbas bûne û wiha got: "Mixabin bûyeran xistin stuyê çend kesan û ser van komkujiyan hatin nixumandin û kiryar nehatin eşkerekirin. Her komkujiya ku sûcdarên sereke neyên darizandin, rê li ber komkujiyên nû vedike." 
 
Yek ji rêveberên komeleyê Şukran Aktaşê jî bi bîr xist ku di Komkujiya Roboskiyê de 19 jê zarok 34 kes hatine qetilkirin û got: "Berpirsên vê komkujiyê nehatin eşkerekirin. Berovajî, lêborîn ji malbatan gundiyên hatin qetilkirin nehat xwestin. Bi ser de malbat hatin darizandin û cezayên pereyî li wan hatin birin. Heya komkujiya 19'ê Kanûnê, komkujiya ereş û komkujiya Roboskiyê neyê ronîkirin û hemû berpirs neyên cezakirin dê hevrûbûna bi paşerojê re ne qanehker be."