AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir

  • rojane
  • 14:38 26 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin a ji bo mafê hevdîtina li ser telefonê, red kir. 

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana şexsî ya Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin ku ji bo mafê hevdîtina li ser telefonê kiribû, biryara xwe da. 
 
Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê, di 7’ê Îlona 2020’ê de ji bo Hamîlî Yildirim biryara qedexeya mafê hevdîtina li ser telefonê ya 6 mehan dabû. Ji bo hinceta biryarê jî ev îdiaye hatibû kirin: “Dibe ku Yildirim bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêwendiyên rêxistinî deyne.” Rêveberiya Girtîgehê, di 8’ê Îlona 2020’ê de biryar teblîxî Yildirim kir. Yildirim, di 9’ê Kanûna 2020’ê de serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da û xwest mafê xwe yê hevdîtina li ser telefonê bi kar bîne. Dadgeriyê, bi îdiaya ku serlêdan di dema xwe de nehatiye kirin, ev daxwaz red kir. 
 
'ASTENGKIRINA MAFÊ TELEFONÊ BÊPÎVAN E’ 
 
Yildirim, li dijî biryarê îtîraz kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî di 21’ê Kanûna 2020’ê de biryar da û îdia kir ku “biryar li gorî usûlê ye” û bi vê îdiayê daxwaza Yildirim red kir. Yildirim, di 21’ê Çileya 2021’ê de bi sedema “Mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin, di şert û mercên şewbê de bisînorkirina mafê telefonê bêpîvan e” serî li AYM’ê da. 
 
AYM’ê, bi hinceta ku rêyên serlêdanê li gorî usûlan nehatine kirin, ji bo serlêdanê biryara “Nayê qebûlkirin” da. 
 
DI TECRÎDA GIRANKIRÎ DE YE
 
Yildirim, tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Yildirim, di 29’ê Adara 2015’an de birin Girtîgeha Îmraliyê. Heta niha tenê yek carê jî nekariye bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Di nava 8 salan de tenê du caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî, di 12’ê Tebaxa sala 2019’an de hate kirin. Di 27’ê Nîsana 2020’ê û di 25’ê Adara 2021’ê de tenê du caran bi malbata xwe re li ser telefonê axivî. Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî jê nayên girtin. 
 
MA / Firat Can Arslan