Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!

  • rojane
  • 14:50 26 Kanûn 2024
  • |

AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî zema ji bo mûçeyê kêmtirîn hatiye kirin dan û wiha henekên xwe pê kirin: “Pir zêde kirine. Bila mûçeyên teqawidan jî betal bikin, wê demê dê aborî pir baş bibe.” 

Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn di 19’ê Kanûnê de civîna çaremîn li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî li dar xist. Desteya Rêveber a TURK-ÎŞ’ê tev li civînê nebû û wezîr Vedat Işikhan got ku ji 1’ê Çileya 2025’an ve êdî mûçeyê kêmtirîn bûye 22 hezar û 104 lîre. 
 
Mûçeyê kêmtirîn yekser bandorê li 7 milyon xebatkaran û tevahiya civakê dike. Zema ji sedî 30, rê li ber bertekan vekir.  
 
Me jî têkildarî mûçeyê kêmtirîn fikra Amediyan pirsî. Amediyan, got ku TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 47 ragihandiye û zema ji bo mûçeyê kêmtirîn di bin vê reqemê de ma ye. 
 
Amediyên ku henekên xwe bi zemê kirin, bi gotinên weke “Me digot qey dê mûçeyê kêmtirîn bibe 29-30 hezar lîre lê em dîsa bi sola xwe ya çiriyayî man.”, “Pir zêde zem kirine. Heke mûçeyê teqawidan jî betal bikin, dê rewşa aboriyê tam baş bibe.” û “Miletî heq kiriye. Xwezî hêj kêmtir bikirana. Pir zêde kirine.” bertek nîşan dan.