ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da

  • rojane
  • 15:41 26 Kanûn 2024
  • |
img

EDENE - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari diyar kir ku xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyên nexweş Fevzî û Omer Arslan, Celal Ercan û Haci Alagaş heye û hişyarî da. 

Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li herêmê eşkere kir. Rapor, li avahiya şaxê hate eşkerekirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari rapor xwend û got ku xetereya jiyanê li ser girtiyên bi navên Fevzî û Omer Arslan (bira ne), Celal Ercan û Haci Alagaş ên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sulucayê tên ragirtin, heye. Sari, da zanîn ku tevî serlêdanan jî sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan nayên kirin û xetereya li ser jiyana birayên Arslan pir mezin e. Sari, got ku divê girtiyên nexweş bên berdan û bang li Wezareta Dadê kir. 
 
Sari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên nexweş ên li Edeneyê di mijara mafê tenduristiyê de pirsgirêkên meizn dijîn. Mafê wan tê binpêkirin. Destkelemçekirina di dema muayeneyê de û hwd. xistine pêşiya mafên mirovan.”
 
Sari, diyar kir ku li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û bi ser kapasîteyên wan re kes lê tên ragirtin. Sari, da zanîn ku ji 1’ê Tîrmeha 2024’an ve kapasîteya girtîgehan 295 hezar û 328 kes e lê 342 hezar û 526 kes lê tên ragirtin. 
 
'GIRTÎGEHÊN TÎPA S Û Y’YÊ MÎMARIYA ÎŞKENCEYÊ NE’ 
 
Sari, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo zexta li ser girtiyan zêde bikin, ji derbeya 12’ê Îlonê ve pergala girtîgehan her tim guherandin. Mîmariya girtîgehên tîpa S û Y’yê mîmariya îşkenceyê ye. Bi tecrîdkirina girtiyan re zemîna binpêkirina mafên mirovan amade dikin. Berdana girtiyan tên astengkirin. Rêya binpêkirina mafan, bi berdana girtiyên nexweş, bi girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind, rakrina tecrîdê, bidawîkirina lêgerîna tazî, bidawîkirina muayeneya destkelemçekirî, sererastkirina qanûnan û avakirina mekanîzmaya kontrolê pêkan e.”