ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 27 Kanûn 2024
  • |
img
* Di sala 2024'an de biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, di doza Kobanê de ceza li siyasetmedar û rojnamegeran hat birîn, ji bo qeyûman tayîn bikin daraz bi kar anîn. Kesên ku kuştinên kiryar nediyar, tacîz û tecawizê hatibûn sûcdarkirin, bi rêya daraz û bêcezakirinê hatin parastin.
 
* Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.” 
 
* Dayikên Aştiyê yên di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çûbûn ser sînor, bal kişandin ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Divê em dîsa bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin.” 
 
*Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin diyar kir ku hejmara cezayên hucreyê yên tên dayin zêde dibin û banga hestiyariyê li rêxistinên maf, civaka sivîl û girseyên demokratîk kir. 
 
* Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser rolên HTŞ'ê ya ku li Şamê bi desteka hêzên hegemonîk rêveberiyê bi dest xist û gava derkeve derveyî van rolan wê bi çi re rû bi rû bimîne û got: "Ya wê dilê hêzên global xweş bike yan jî wê bê tesfiyekirin."
 
* Emîra Er a ji Rojavayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bû diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê nehatine ser sînor, wekî xwediyê dozê hatine û got ku kurd jî wekî her kesî li Sûriyeyê mafê wan heye ku xwe bi rê ve bibin.
 
* Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê nayê qebûlkirin û gotin,: “Divê tu rojnameger li hemberî qetilkirina Nazim û Cîhan bêdeng nemîne. Divê êdî em zincîrên tirsê bişikînin." 
 
* Danişîna 2’yemîn a doza qetilkirina Narîn Guranê dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bidome. (09.00)
 
* Têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê daxuyanî were dayin. (13.00)
 
* Çalakiyên nobetê yên li dijî êrişan ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatine destpêkirin dê bidomin. (13.00-17.00) 
 
* Li navçeya Hezo ya Êlihê dê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên protestokirin. (14.00)
 
* Danişîna doza Nezîr Tekçî ku di sala 1995’an de hatibû binçavkirin û qetilkirin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bê lidarxistin. (14.00)