Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn

  • rojane
  • 09:31 27 Kanûn 2024
  • |
img

ERZIROM - Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin diyar kir ku hejmara cezayên hucreyê yên tên dayin zêde dibin û banga hestiyariyê li rêxistinên maf, civaka sivîl û girseyên demokratîk kir.  

Kamûran Daşdemîr di sala 2022’yan de li Agiriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin. Daşdemîr, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî binpêkirinan agahî da. Li gorî agahiyên malbata wî dane, Daşdemîr got ku zextên li girtîgehê zêde bûne û Daşdemîr banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk kir. Daşdemîr, di hevdîtinê de got ku her tim rastî êrişên fîzîkî tên, gelek caran av û ceyrana wan tê qutkirin û ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike. 
 
CEZAYÊN HUCREYÊ DIDIN GIRTIYAN
 
Di berdewamê de Kamûran Daşdemîr, anî ziman ku her ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, bandoreke zêde neyînî li ser girtîgehan jî dike û ev agahî da: “Di vê pêvajoya dawî de mafên me yên herî sereke jî tune tên hesibandin. Av û ceyranê dibirin, mafên ragihandin, telefon û civînan tên astengkirin. Di demên dawî de televîzyonan desteser dikin, cilên girtiyan tim tên guherandin û girtiyan dixin hucreyan. Dixwazin zextan giran biin û girtiyan ji hev cuda bikin. Em bang li komele û dezgehên mafên mirovan dikin ku van zext û binpêkirinan bikin rojev.” 
 
BANG LI RÊXISTINÊN MAFAN KIR 
 
Ji malbata Kamûran Dursun, Rûmet Dursun anî ziman ku di rojên dawî de zextên li ser girtîgehan zêde bûne, li dijî hemû girtiyan pollîtîkayeke cuda tê meşandin û bang li sazî û komeleyên mafên mirovan kirin ku bibin dengê girtiyan.