Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome

  • rojane
  • 15:46 27 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Nobedarên li ser sînorê Pirsûs-Kobanê diyar kirin ku heta êrişên dagirkeriyê dewam bikin ew ê di nobedê de bin û gotin: "Berxwedan mirovan bi ser dixîne.

 
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye, di roja 5'emîn de ye. Li gel Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, endamên rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Riha û Amedê, aktîvîstên TJA'yê, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Orhan Çelebî û endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Beycan Taşikran, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Meclîsa Ciwanan  a DEM PartiYê ya Rihayê, Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windaikrine ya li Xaka Qedîm (KATDER) gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel serê sibehê li taxa Henêrkê ya li navbera Pirsûs û Kobanê li hev kom bû û li vê derê dest bi nobedê kir. Li gel astengiya leşkerên Tirk jî şandeyê li ser rêya Murşîtpinarê nobed dewam kir. Girseya gel govend gerand, dirûşm qîriya û li vê derê daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Di dema daxuyaniyê de wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin hildan.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû bal kişand serêrişa li dijî Elewiyên Ereb û got, "Em ê gotina xwe ya ji bo aştiyê dewam bikin. Em jin, heta ku li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dawî li rijandina xwînê bê anîn, em ê nobeda xwe dewam bikin."
 
'BERXWEDAN MIROVAN BI SER DIXÎNE'
 
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Rezan a Amedê Abîdîn Karaman jî anî ziman ku ew ji bo Kobanê li ber xwe didin û got: "Di sala 20214'an de DAÎŞ'êêriş bir ser gelê Rojava. Yên ku wê demê li pişt DAÎŞ'ê bûn, gotibûn 'Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve'. Lê belê hem xelkê Rojava hem jî xelkê Kurdistanê li ber xwe dan û bi ser ketin." Karaman balk işand serêrişan û got: "Nikarin xwe li aştiya li Rojava bigirin. Ji bo parastina xelkê Rojava em li vê derê ne."
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku ji bo gelên Sûriyeyê herêma herî ewle Herêma Rêveberiya Xweser e û got, "Heta ku gefênêrişê yên li ser Kobanê bi dawî nebin em ê nobeta xwe dewam bikin."