Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin

  • rojane
  • 15:51 27 Kanûn 2024
  • |
img
ESKÎŞEHÎR - Di danişîna doza Nezîr Tekçî de mîralayê teqawid Alî Osman Akin û yarbay Kemal Alkan bi sûcê “kuştina bi hesta cinawirî” dihatin darizandin. Dozger, careke din mutalaaya xwe bi daxwaza beraetê da. 
 
Welatiyê bi navê Nezîr Tekçî di 28’ê Nîsana 1995’an de dema li gundê Yekmalê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê şivantî dikir ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û piştre li ser îfadeya leşkerekî derket holê ku hatiye qetilkirin. Danişîna doza qetilkirina Tekçî hate lidarxistin. Di dozê de mîralayê teqawid Alî Osman Akin û yarbay Kemal Alkan bi sûcê “kuştina bi hesta cinawirî yan jî kuştina bi îşkenceyê” tên darizandin. Doz jinûve hat lidarxistin û 7’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê hat lidarxistin. 
 
Malbata Tekçî û parêzerê wan û parêzerê bersûc Kemal Alkan beşdarî danişînê bûn. Bersûc Alî Osman Akin û parêzerê wî jî hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn. Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê, Komeleya Yaşam Bellek Ozgurlukê û Navenda Hafizeyê jî tev li danişînê bûn.  
 
DOZGER: DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE
 
Parêzerên Tekçî, bal kişandin ser qetereya demborînê ya li ser dosyayê, xwestin dev ji daxwaza guhdarîkirina şahidên lê nehatiye guhdarîkirin berdin û xwest dozger mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê bike. 
 
Dozger jî mutalaa pêşkeş kir û îdia kir ku derheqê bersûcan de delîlên şênber tune ne û daxwaza beraetê kir. 
 
Malbata Tekçî jî ji bo lêkolînkirina mutalaayê û ji bo amadekirina parastinê dem xwest. 
 
Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 10’ê Çileya 2025’an kir.