'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'

  • rojane
  • 09:52 28 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Welatiyên li Enqereyê dijîn ku gotin ji bo "Mesref zêde neçe em êvarî diçin bazarê" destnîşan kirin ku mafê jiyanê yê mirovên bi meaşê kêmtirîn debara xwe dikin nayê naskirin. 

Mûçeya kêmtirîn a sala 2025'an ku li Tirkiyeyê bi mîlyonan mirovan eleqedar dike wekî 22 hezar û 104 TL hat ragihandin. DÎSKÎ'yê sînorê xizaniyekî wekî 72 hezar û 537 lîre ragihandibû. Mûçeya kêmtirîn a hatiye ragihand jî ne ji sê parêzn sînorê xizaniyê ye jî. Bertekên li dijî mûçeya kêmtirîn zêde dibin. 
 
Welatiyên li Enqereyê dijîn bertek nîşanî zema li mûçeya kêmtirîn dan. 
 
BANDORA ŞE RA LI BUDÇEYÊ
 
Ji welatiyan Hacî Oztaş anî ziman ku mûçeya kêmtirîn a hatiye ragihandin têra jiyaneke mirovane nake. Oztaş bal kişand ser têkiliya şer û mûçeya kêmtirîn û wiha got: "Tirkiye felaketê tîne, me çirava Sûriyeyê afirand û em ê wekî civak berdêla vê xemsariyê bidin."
 
DU KARAN DIKE LÊ NIKARE DEBARA XWE BIKE
 
Muhammet Demîr bilêv kir ku du karan dike lê nikare debara xwe bike û wiha got: “Kirêya min 17 hezar lîre ye. 5 zarokên min hene. Debara jiyanê gelekî zehmet e. Bi şev li mekanan û bi roj jî li marketê dixebitim. Dawiya mehê dê kirêya min bibe 22 hezar. Ez nikarim debara xwe bikim, me texmîn dikir ku herî kêm 30 hezar be."
 
Nevîn Erkutê ku got "Li dijî enflasyonê kedkaran kuştin" anî ziman ku bi mûçeya kêmtirîn a ku hatiye ragihandin ne pêkan e mirov debara xwe bikin. Nevîn Erkutê bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji dêvla karkeran bidin jiyandin, li ber enflasyonê qetil kirin. Em ditirsin biçin marketê. Ji bo mesref kêm be em êvaran diçin bazaran. Bila werin bi 20 hezarî debara xwe bikin. Em, mecliseke ku me biparêze dixwazin." 
 
Gokhan Yarali ku di Komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin de lingekî xwe winda kir, diyar kir ku mafê jiyanê nadin mirovan. Yaralî got: “Mûçeya kêmtirîn ji bo sermaye û karsazan mizgîniyek baş e. Piraniya parlamentoyê ji kardêr û sektorên sermayeyê pêk tê. Mizgîniya rastîn ji bo wan e. Em ne bindest in; em tên hêrandin." 
 
Hozanê gel Servet Yildirim jî wiha got: “Mûçeya kêmtirîn tê wateya mûçeya herî kêm, lê di bin mûçeya herî kêm de gelek kes dixebitin. Divê dewlet ji bo tiştên din pereyan teserûf bike û di şert û mercên baştir de xizmeta gelê xwe bike. Ger mirov hebin dewlet jî heye."