44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e

  • rojane
  • 13:32 28 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1031'emîn de aqûbeta Mahmut Kaya hat pirsî û wiha hat gotin: "Di 44'emîn salvegera windakirina wî de em daxwaza xwe ya dawîkirina înkarê tînin ziman û daxwaza pêkanîna edaletê dubare dikin."

Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1031'emîn li dar xistin. Li gel Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan gelek kes li qadê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mahmut Kaya yê 44 sal berê hat windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Dijî Windayên Di Binçavan de a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan metna daxuyaniyê xwend. 
 
LI AQÛBETA MAHMÛT KAYA PIRSÎN 
 
Sebla Arcan, anî ziman ku Mahmut Kaya piştî ku di 23'yê Kanûna 1980'an de ji aliyê şaxa siyasî ya Qersê ve hat binçavkirin, careke din agahî jê nayê girtin û got: "Mahmût Kaya yê 21 salî dema pankarka 'Dê Komkujiya Mereşê bê pirsin' li Qersê daliqand hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê ew birin Midûriyeta Şaxa Siyasî. Li gorî gelek îfadeyên şahidan Mahmut Kaya di 3'yê Çileya 1981'an de piştî îşkenceyên giran ên deh rojan hat qetilkirin. Ji Mahmut Kaya yê ku cenazeyê wî winda bû careke din agahî jê nehat. Kesekî li Erziromê li mala malbata Kaya geriya û agahî da Mahmut sax e. Li ser vê yekê Sebahattîn Kaya hat Qersê û serî li saziyên pêwendîdar da. Bi Waliyê Qersê re hevdîtin kir. Lê hat redkirin ku Mahmut hatiye binçavkirin.”
 
Sebla Arcan, diyar kir ku di rapora 350 rûpelî ya ku ji aliyê malbata Mahmut Kaya û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê ve hatiye amadekirin, bi berfirehî qala qetilkirina Mahmût Kaya hatiye kirin û wiha dewam kir: “Rayedarên serdemê di rapora berfireh a ku di encama hevdîtinên bi polîs û şahidên wan re hatiye amadekirin de, navên karmendên ku di kuştina Mahmut Kaya girtî de cih girtine û navên rayedarên ku çavê xwe jê girtine tev hebûn. Şahîd Davut Aksu jî ji komîsyonê re axivî û gotibû 'Kesê bi navê Mahmut Kaya anîn. An şeva sersalê bû an jî roja din bû. Em li kêleka hev hatin girêdan û îşkenceyêk giran lê kirin. Laşê wî reş bibû, ew li cem min mir. Me birin odeyek din û dema min nebza Mahmut Kaya kontrol kir, min ferq kir ku ew mirî ye'. Tevî van û gelek îfadeyên şahidên bi vî rengî jî aqûbeta Mahmut di tariyê de ma û kiryar jî bêceza man." 
 
'WÊ LÊGERÎNA ME BIDOME'
 
Sebla Arcan destnîşan kir ku lêgerîna edaletê çiqas sal derbas bibe jî wê bidome û got, “Di 44’emîn salvegera windakirina Mahmut Kaya de em daxwaza xwe ya dawîkirina înkarê dikin û daxwaza pêkanîna edaletê dubare dikin. Em ê dev ji daxwaza edaletê ya Mahmut Kaya bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Di çalakiyê de bertek nîşanî binçavkirina 7 xebatkarên Çapemeniya Azad dan û xwestin bên berdan. Çalakî bi danîna qurnefîlên li qadê bi dawî bû.