Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e

  • rojane
  • 16:08 28 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pîrsûsê ya li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel hewaya sar jî di roja xwe 6’emîn de didome. Di çalakiyê de banga mezinkirina nobedê hat kirin û wiha hat gotin: "Parastina pergala Rojavayê peywira me hemûyan e." 

Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê ya li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de didome. Nobeda ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin, Parlamenterê Rihayê yên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha û Amedê û navçeyên wan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek kes beşdarê nobetê bûn.
 
Li gel şert û mercên hewaya sar jî gel danê serê sibê li qada nobedê li hev civiya û li ber stranên kurdî bi govendê çalakiya nobedê dan destpêkirin. 
 
Nobedarên ku li dora agirên pêxistî xelek çêkirin, nobeda li dijî êrişên Kobanê yên sala 2014'an bi bîr anîn û bîranînên xwe parve kirin. Çalakger bi kilaman balê dikişînin ser berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nobeda bi bilêvkirina bîranînan û gotina kilaman berdewam kirin. Di nobedê de daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat vekirin, wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin qetilkirin hatin hildan û her wiha derbarê Komkujiya Roboskê de jî pankart hatin vekirin. 
 
'ROJAVA EM IN'
 
Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Celalettîn Erkmen, diyar kir ku şerekî ku di demên dawî de li cîhanê derketiye holê û ji bo berjewendiyên emperyalîstan dewam dike heye û got: "Ew niha Rojhilata Navîn vediguherînin gola xwînê. Tu feydeya van hêzên emperyalîst nîne. Ji xeynî îmha, înkar û tinekirinê ji bo gelan rewşeke din a jiyana demokratîk heye ku em jê re dibêjin rêya 3'yemîn. Eger aştî pêk were, divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk werin. Rojava destkeftiya me ye." 
 
'DIVÊ EM DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN'
 
Hevserokê navçeya Bajarê Nû ya Amedê Ramazan Demîr, bal kişand ser rûxandina netew-dewletên li Rojhilata Navîn û wiha bi lêv kir: "Rojava ku di encama paradîgmaya Birêz Ocalan de hatiye avakirin, tê hedefgirtin. Divê em biparêzin."
 
'DIVÊ RASTÎ DERKEVE HOLÊ'
 
Piştre Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Mahmut Manas axivî bal kişand ser salvegera Komkujiya Roboskê û wiha axivî: "Tevî ku dem derbas bûye jî kiryar hêj nehatine cezakirin. Îktîdara siyasî hewl dide veşêre. Ronînekirina komkujiya Roboskê dijminatiya li hemberî Kurdan nîşa dide."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.