ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 29 Kanûn 2024
  • |
img
* Ji ber ku Sûriye derbasî qonaxeke nû dibe, hêzên cîhanî û herêmî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe hewl didin. Wisa xuya dike ku bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserî ne pêkan e, êrîşên li dijî elewî û xiristiyanan zêde bûn û ev jî hişmendiya hikûmeta ku were avakirin destnîşan dike.
 
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo krîza li Rojhilata Navîn 'navnîşana çareseriyê' ye û got, "Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye."
 
* Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku dê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” di sala nû de jî bidome û wiha got: “Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet xwedî li vê kampanyayê derkeve.” 
 
* Welatiyên beşdarî kongreya DEM Partiyê ya Bazîdê bûn diyar kirin ku ew hevdîtina parlamenterên DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re girîng dibînin û gotin: “Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.” 
 
* Kesên di sala 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê li ser sînorê Pirsûsê bi rojan nobet girtin û piştî 10 salan dîsa hatin ser sînor, diyar kirin ku ew ê bi ruhê 2014’an li ber xwe bidin û wiha gotin: “Kobanê neket û dê nekeve.” 
 
* Nûnerên saziyan ên tev li foruma Tora Xebatên Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku ji bo xebatên ziman û zextên li ser ziman ew bêhtir bên gel hev. 
 
* Dayikên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn- Qamişloyê bûn, wiha gotin: “Şer bidin sekinandin, em dixwazin bi hev re bijîn.” 
 
* Li Amed û Stenbolê dê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî bên dayin. (11.00-15.00)
  
* KESK dê bi serenavê “Ji Botanê ber bi Rojhilata navîn ve di dorpêça şer de lêgerîna aştiya civakî” panel bê lidarxistin. (12.00) 
 
* Çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatiye destpêkirin dê bidomin. (12.00-16.00) 
 
*Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê ji bo piştevaniyê ji jinên girtî re qertên piştevaniyê bişînin. (13.30)
 
* MED-DER dê lansmana pirtûka bi Kurmancî ya “Jîrîko û Hevalên Wî” ku ji bo pêşxistina zimanê dayikê ya zarokên pêşdibistina amade kiriye, li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê li dar bixe. (15.00)