Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike

  • rojane
  • 14:03 30 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku dê li dijî biryara derheqê yek ji bersûcên cînayeta Narîn Guranê, Nevzat Bahtiyar îtîrazê bike.  
 
Di doza cînayeta zaroka 8 salî Narîn Guranê de şandeya dadgehê ji sûcê “Bi komî zarok biqesdî kuştine” ji bo bersûc Nevzat Bahtiyar biryara beraetê da û ji sûcê “Delîl tune kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Goktaş ragihand ku dê li dijî biryara derheqê bersûc Nevzat Bahtiyar de hatiye dayin, îtîrazê bikin.