ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 31 Kanûn 2024
  • |
img
* Di sala 2024’an de di xebatên çand û hunerê de li dijî astengkirina konser, şano û mîhrîcanan û sansûrkirinê hunermendan jî bi berhem û çalakiyên xwe yên rêxistinî berxwedan mezin kirin.
 
* Mexmûriyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin, wiha gotin: “Heta ku Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome.” 
 
* Têkoşîna azadiyê ya mîna Nelson Mandela ku jiyana xwe ji bo azadiya afrîkayiyên di bin nijadperestiyê de feda kir, îro ji bo Abdullah Ocalan ê 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, tê meşandin.
 
* Berdevkê Înîsiyatîfa Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan diyar kir ku Heskîfa dîrokî beriya ku bikeve binê avê, salê 3 milyon geştiyar di ezimandin. 
 
* Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Îzmîrê Firat Dîkmen diyar kir ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê timî êriş li ser elewiyan tên kirin û got ku divê elewî li dijî komkujiyan bên cem hev.
 
* Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê hatiye destpêkirin dê îro jî bidome. (12.00-17.00) ZINDÎ