ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN

img
* Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê û peyama ku hat dayîn girîng in û got: "Pêwîst e ûku Abdullah Ocalan bi her kesî re bi awayekî rihet hevdîtinê bike û ji bo vê jî divê azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin."
 
* Serokên DEVA, Partiya Gelecek û Saadetê yên Amedê diyar kirin ku divê bi lezgîn pirsgirêka kurd bê çareserkirin û gotin ku ew ê piştgiriyê bidin gavên ku bên avêtin.
 
* Endama Şaxa ÎHD'ê ya Agiriyê Parêzer Rûken Keskîn ku 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Patnosê rastî îşkenceya fizîkî hatin ziyaret kirin, diyar kir ku her çend 4 roj piştî îşkenceyê çûne serdana girtiyan jî, hê jî li ser laşên girtiyan şopên îşkenceyê hebûne.
 
* Gelê Pirsûsê ku xizmên wan ên li Kobanê ya di bin gefa êrişên dewleta tirk de ne gotin: "Kurdên li vir û yên li Kobanê wekî hev in. Zarokên me li wir in, birayên me li wir in. Ha êrişî wan tê kirin ha êrişî me. Ha ew tên qetilkirin ha em. Tu ferq tune ye."
 
* Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku tevî gelek dem derbas bûye li Herêma Federal a Kurdistanê  hikûmet nehatiye avakirin û hêviya gel ew e ku hikûmeteke nû bê avakirin û pirsgirêkên weke şer û krîza aborî ya li herêmê çareser bibe. 
 
* Li Colemêrgê ku walîtiyê propagandaya "Jiyan heye" kir, binçavkirin, tundiya leşker-polîsan, desteserkirina îradeyê, operasyonên leşkerî û qedexeyên zozanan di nava salekê de her dim rojev bûn.
 
* Der barê hin ekolojîstên ku li dijî kana siyanûrê ya Cengîz Holdînga ya Eskîşehîrê derketin de lêpirsîn hat vekirin.