Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan

img

MÊRDÎN – Çalakgerên ku saetên dawî yên salê li ser sînor nobetê digirin, bal kişandin ser hevdîtina li Îmraliyê. Dayika Aştiyê Zuhriye Kayik ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kir û aştiya bi rûmet xwest.

Çalakiya nobedariyê ya li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kete roja xwe ya 20’emîn. Çalakgerên ku di roja dawî ya salê de li ser sînor nobetê girtin, der barê hevdîtina parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 28’ê Kanûna 2024’an de pêk hatibû nêrînên xwe anîn ziman.
 
Dayika Aştiyê Selma Ozturk bal kişand ser girîngiya hevdîtina li Îmraliyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan timî peyama aştiyê dide. Ez hêvî dikim ku hevdîtin vê carê baş bi encam bibin. Ez difikirim ku firsendek baş hatiye bidestxistin. Wekî ku navê wê jî diyar dike, aştî mijareke girîng û giran e.”
 
DAXWAZA JI BO SALA NÛ 
 
Dayika Aştiyê Zuhriye Kayik bal kişand ser heyecana hevdîtina li Îmraliyê û wiha axivî:  “Ji salên 90’î û vir ve dilê min diêşe, lê dîsa jî daxwaza aştiyê dikim. Dilê min diêşe, naxwazim dilê dayîkên din biêşe. Daxwaza min ew e ku beriya mirinê aştiyê bibînim. Ez hêvî dikim ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe û aştî pêk were. Piştî hevdîtinan ez pir kêfxweş û kelecan im. Ez hêvî dikim ku vê carê aştî pêk were. " 
 
‘DIVÊ PEYAM BAŞ WERE FÊMKIRIN’
 
Hevserokê navçeya Nisêbînê ya DEM Partiyê Mehmet Han Yîgît hêviya xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet anî ziman û wiha dewam kir: “Ji ber ku hêj tiştek zelal nîne em niha naxwazin tiştekî bibêjin. Em piştgiriyê didin vê hevdîtinê. Gelê kurd ku ji dîrokê heta îro di bin zilmê de ye, ji bo statuyê têdikoşe.”
 
Ji welatiyan Huseyîn Azman pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de pêk hatibû bibîrxist û diyar kir ku ji bo vê jî divê peyama ji Îmraliyê hatiye dayîn baş were fêmkirin û rast were xwendin. Azman diyar kir ku ji niha û pê ve divê pêşî li hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re neyê girtin.