Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome

img

RIHA – Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin li navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome.

Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, di roja 10’emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê, nûnerên saziyên civakî yên Riha, Semsûr, Mereş û Dîlokê, Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, bûn. 
 
Di çalakiya nobetê de li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pankartên "Rojava rûmeta me ye" û "Nazim û Cîhan rûmeta me ne" hat vekirin.