Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin

ŞIRNEX - Ahmet Baysoy ê ku 40 salan di nav têkoşîna azadiya Kurd de cih digirt û duh jiyana xwe ji dest da û şîna wî bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Ahmet Baysoy ku 40 salan bênavber di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih girtibû û di heman demê de rêveberê navçeya Cizîrê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) bû, duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê li beşa lênêrînê ya giran jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baysoy duh piştî kar û barên otopsiyê li goristana Asrî ya Cizîrê spartin axê. Malbata Baysoy ku şîn li Taxa Cûdî danî sersaxiyan qebûl dike. Taziyeya ji bo Baysoy hatiye danîn bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi tevlîbûna parlamenterên DEM Partiyê yê  Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên navçe û bajarokan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesan serdana sersaxiyê hat kirin.
 
Girseya ku beşdarî serdana sersaxiyê bû ji malbatê re sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê têkoşîna wî bidomînin.