Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Francesca Baruffaldi ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da wiha got: “Ez bi aştiya di navbera gelan de bawer im. Serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê bibe gava yekemîn."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, didome. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku li cîhanê hatiye destpêkirin di sala duyemîn de didome. Nivîskar û akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê jî di nav de gelek kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kampanyayên cuda dan destpêkirin û serlêdan kirin.
 
Di 3'yê Kanûna 2024'an de heyeteke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Di nav serlêderan de Francesca Baruffaldi, li ser navê Konfederasyona Kedê ya Îtalyayê La Confederazione Generale Italiana del Lavoro (CGIL Lombardia) jî hebû.
 
Francesca Baruffaldi geşedanên dawî nirxandin. 
 
‘TIRKIYE MECBÛR E LI HEV BIKE' 
 
Francesca Baruffaldi diyar kir ku rewşa siyasî aloz e û got: “Ez bawer dikim ku pozîsyonên nû yên ku Ocalan arasteyî hikûmeta tirk kirin û tiştên di warê aştiyê de gotin, şerê li Xeze û Lubnanê û di çaçroveya şoreşa i Sûriyeyê de nirxandina wan senaryoyeke pir zehmet e. Tirkiye ku di nava van hemû sînoran de cih digire, divê bi kurdan û serokê wê yê ku bi salan e bi neheqî hatiye girtin, li hev bike. Senaryoya navneteweyî di seranserê salê de bi lez guherî, ne tenê li Rojhilata Navînê, li seranserê cîhanê. Peyamên Ocalan ji bo aştiya herêmê û cîhanê gelek girîng in. Senaryoya şer a ku Îsraîl dimeşîne dibe ku gelek şerên nû bi xwe re bîne. Bêguman Tirkiye roleke sereke dilîze. Destê ku Ocalan wê dirêjî hikûmeta Tirkiyeyê bike, di warê petama aştiyê ya ji bo hemû gelan de gelekî girîng e."
 
‘GAVEKE EWIL’
 
Francesca Baruffaldi: “Ez bi aştiya di navbera gelan de bawer im. Baweriya min bi aştiya di navbera gelan de heye. Serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûnê wê bibe îşareteke girîng. Lê li gorî min hêzên navneteweyî wekî temaşebvanan tevdigerin an jî bi pevçûnên din re eleqedar dibin. Ev xemsarî cinawirên nû diafirîne. Ez wekî welatiyekî Ewropayê ji ber komkujiya li Rojhilata Navînê ya li dijî sivîlan xemgîn im. Ez ji ber bêdengiya saziyên Ewropayê matmayî me. Dibe ku piştî serdana şandeya DEM Partiyê ya 28'ê Kanûnê, tiştek derkeve holê."
 
Francesca Baruffaldi bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku gengeşeyên çareseriyê didomin û got: “Tirkiye ji bo her du maseyan jî dilîze. Bomberdûman û qirkirina li ser gelan rawestînin. Em banga aştiya lezgîn dikin."