Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje

img

MÊRDÎN - Welatiyên li dijî êrişan ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobetê digirin, bal kişandin ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û gotin ku divê dewlet gavan biavêje. 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de didome. Welatiyên li ser sînor, bal kişandin ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û gotin ku divê dewlet yekser gavan biavêje. 
 
'DIVÊ HEVDÎTINA DUYEMÎN JÎ BÊ KIRIN’
 
Ji welatiyên di çalakiya nobetê de Mîthat Kotan, wiha got: “Tirkiye ji ber şerên li Rojhilata Navîn ketiye rewşeke zehmet. Ji ber ku ev şer xetere ne. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku Tirkiye divê geşedanên li Xeze û Sûriyeyê baş fam bike nexwe xetereya şerekî mezin heye. Divê tirk vê pêvajoyê baş fam bikin. Heke bi Kurdan re li ser maseyê rûnin, dê li Rojhilata Navîn bibin hêzekî mezin.” 
 
'PEYAMÊ EM KELECAN KIR’
 
Şukran Çelebî jî anî ziman ku hêviyên wan ên ji bo aştiyê her tim hene û divê hewldanên wan bên dîtin û dewlet li gorî vê gavan biavêje. Şukran Çelebî, wiha domand: “Ji bo Rojava ev 20 roj in em li ser sînor in û hêvîdarim tiştên baş çêbibin. Dewleta tirk li rexekî qala aştiyê dike li rexa din qeyûman tayîn dike û êrişî Rojava dike. Ev jî baweriya me ya bi pêvajoyeke nû tune dike. Lewma divê dewlet gavan biavêje.” 
 
Rojhat Çelîk jî got ku hevdîtina bi Îmraliyê re hêviyê dide wan û ev tişt anî ziman: “Divê aştî demek beriya demekî çêbibe. Ez ji Qamişloyê me. Ji bo gelê xwe aştiyê dixwazim. Peyama birêz Abdullah Ocalan hêvî da me. Di mijara çareseriya pirsgirêkê de em ji wî bawerin. Ji Rojava me û li Nisêbînê dijîm. Hêvdîarim rojekê ev sînor rabin û ez bi rehetî bikarim serdana malbata xwe.” 
 
'TIŞTA RAST AŞTÎ YE’
 
Latîf Aslan jî anî ziman ku ji bo Kurd û Tirkan tişta herî baş aştî ye û wiha got: “Yên zilm û zext lê tê kirin em in. Lê tişta herî baş aştî ye. Aştî dê rê li ber rijandina xwînê bigire. Aştî dê aboriyê jî xurt bike. Heke şer nebûya dê aboriya Tirkiyeyê wiha nebûya. Mirovên me, ciwanên me yên hêja ji bo tu tiştekî tên kuştin. Hemû Kurd ê banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan qebûl bikin. Ji ber ku ji bo Kurd û Tirkan tişta rast gotiye. Bi sedsala ye zilmê li Kurdan dikin û qetil dikin. Heke vê bidin sekinandin dê Kurd jî bisekinin. Em ji partiya xwe bibawerin. Kesek nikare wan bixapîne. Heke di pêvajoya berê de çareserî çêbûbûya dê ewqas mirovên me nehatibûna qetilkirin. Hejarî û birçîtiya îro, encama şer e. Divê ev şer bisekine. Ji bo Kurd û Tirkan a baş ev e.”