Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn

  • rojane
  • 14:22 30 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Navên welatiyên di serê sibehê de li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza kirin û ketin bendavê diyar bûn. 

 
Îro di danê sibehê de wesayîteke sê kes tê de bûn û ji Colemêrgê dihat Wanê, li nêzî navçeya Payîzavayê qeza kir û kete Bendava Zernekê. Ji welatiyên ketin bendavê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. Hat zanîn ku ji welatiyên cenazeyê wan hatin dîtin yek jê Rojhat Durgun (21) û yê din jî Cîhat Durna (20) ye. Hat zanîn ku her du ciwan jî ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ne. 
 
Xebatên ji bo lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Furkan Ozdemîr jî berdewam in.