Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
- rojane
- 14:36 01/11/2024
Girseya ku bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Pirsûsê hate gel hev, derbasî gundên li hemberî Kobanê bûn û peyama berxwedanê dan.
Girseya ku bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Pirsûsê hate gel hev, derbasî gundên li hemberî Kobanê bûn û peyama berxwedanê dan.
Di daxuyaniyên têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê de hat destnîşankirin ku tevî êrişan jî berxwedana ji bo jiyana azad didome.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan a bal kişand ku li girtîgehan di nava 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest dan, mirin bi awayekî biguman pêk hatine û xwest Komîsyona Lêkolînê were avakirin.
Di encamnameya komxebata “Alim, Dayik, Pîran” de hat xwestin ku dewlet bêqeyd û şert destê xwe ji baweriyan bikişîne.
Keça Abdûrrahman Gemîcîoglû, Elîf Gemîcîoglû ku têkildarî rewşa bavê xwe axivî, bal kişand ser nexweşiyên bavê xwe û da zanîn ku bavê wê di 23 rojan de 26 caran rakirine nexweşxaneyê û wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku bila qanûnan bi cih bînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî naveroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wiha got: “Birêz Ocalan gotiye ku di siyasetê li şûna şer, ruhê muzakereyan mezin bikin û li gorî vê tevbigerin.”
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ku bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a şûna wî dan wiha gotin: “Di pergaleke ku tecrîd neyê rakirin de dê rewşên wiha her tim derkevin holê.”
Îktîdara AKP’ê di nava 22 salan de her cara dixitime berê xwe da pirsgirêka kurd û li deriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Ji ber ku gavên şênber neavêt pêvajo xitimîn û zimanê wê yê di nîqaşên ser pêvajoya nû de jî “baweriyê” nade.
Girtî Mehmet Savûr, Selahattîn Elma, Hayatî Engîn û Mehmet Şirîn Gumuş ên ji ber cezayên hucreyê berdana wan hate taloqkirin, piştî biryara binpêkirinê ya AYM’ê hatin berdan. Girtiyan ev peyam dan: “Armanca têkoşîna me welatekî azad e.”
Di îdianameyên ku der barê her 3 rojnamevanên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin amadekirin de, xebatên rojnamevaniyê sûc hatine hesibandin. Ji bo nûçeyên ekolojiyê yên rojnamevan Tolga Guney hatiye gotin ku li gor daxuyaniyên "Komîsyona Ekolojiyê ya KCK'ê" hatine çêkirin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku piştî 43 mehan hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye û got: "Vekirina rêyên diyalogê girîng e, lê divê aktor li vir rola xwe bilîzin. Tecrîd astengiyek pir cidî ye ji bo lîstina vê pozîsyonê."
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Di çalakiyan de hat diyar kirin ku panzehra qeyûman têkoşîne û wiha hat gotin: “Divê em bibin yek û rejîma yekzılamî bavêjin ser sergo.”