'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
- rojane
- 15:21 05/2
Ji Kantona Reqayê 11 partiyên siyasî diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnera wan e û ji bo avakirina Sûriyeya nû banga yekitiyê kirin.
Ji Kantona Reqayê 11 partiyên siyasî diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnera wan e û ji bo avakirina Sûriyeya nû banga yekitiyê kirin.
Şaxa ÎHD’a Enqereyê ji bo berdana girtiyê nexweş ê 78 salî Îsa Ozgan banga berdanê kir.
DBP û DEM Partî dê di 9’ê Sibatê de li Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” li dar bixe. Ji bo mitîngê, banga tevlibûnê hate kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku nexşerêya Abdullah Ocalan ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd daniye holê ji bo hemû derdoran firsendeke.
“Dadgeha Gelên Rojava” ku dewleta tirk ji ber sûcên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê darizandin, li paytexta Belçîkayê Brukselê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku navenda çareseriya pirsgirêka Kurd Amed û Enqere ne û wiha got: “Birêz Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike.”
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Kemal Kizilkaya li şaredariyê du karên din da cîgirê xwe û bi vê yekê re cîgirê wî sê meaşan werdigire.
TJA’yê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewceye Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Ji bo pêvajoya heyî derbasî qonaxa azadiyê bibe em banga tevlibûna hemleyê dubara dikin.”
Otobûseke rêwiyan li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê gêr bû kendalekî bi bilindahiya 25 metreyan. Di qezayê de 10 jê giran 28 kes birîndar bûn.
Ciwanên Elbistanê ku yek ji navendên erdhejê bû, yek bi yek navçeyê diterikînin. Gelek mexdûrên erdhejê di konteyniran de dijîn û li xaniyên hatine dayin de jî pirsgirêka veguhestin û germbûnê heye.
Reşat Ozdîl 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wî cara sêyemîn e ji ber zexta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya “poşmantiyê” tê taloqkirin.
Hatîce Atan "keça manewî" ya Tayyîp Erdogan, avahiya dîrokî ya Birca Belek a ku 9 sal in desteser kiriye, tevî daxwaza Wezareta Çand û Tûrîzmê jî vala nake.
Hevserokê Komeleya Rêvebiriya Afetê û Piştevaniyê Şerefxan Aydin diyar kir ku erdhej tenê di salvegeran de tên bibîranîn û got ku dersên pêwîst nehatine girtin û hê jî avahiyên bêkontrol tên çêkirin.
Hevseroka DEM Partiyê yê Stenbolê Gonca Yangêz diyar kir ku nexşerêya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pisûleyeke girîng e û Eşref Yaşarê DBP'î jî diyar kir ku kurd dixwazin nasname û zimanê wan bê naskirin.
Serokê Giştî yê ABF'ê Mustafa Aslan diyar kir ku ew piştgiriyê didin aştiyeke muhtemel û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Eger dewlet û yên ku dewletê bi rê ve dibin bi rastî jidil bin, pêdivî pê heye ku li ser esasekî demokratîk û azad bi kesê ku wekî muxatab dibînin re biaxivin."