Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
- rojane
- 11:35 06/1
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû de dest pê kir.
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû de dest pê kir.
Parêzer Resûl Tamur bertek nîşan da ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber dozeke derheqê wan de hatiye vekirin tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Bi taybet jî bikaranîna balafirên bêmirov a di înfazan de tê wateya sûcên şer.”
MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civiya.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat got ku Erebên Elewî yên li Sûriyeyê bifikarin û got ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê referanseke baş e.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku ji bo baweriya ku dewleta tirk dev ji siyaseta xwe ya sed salî berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz qonaxeke şikestinê bû û wiha got: “Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesaba Sakîneyê bipirsim, dê kujeran derxim holê.”
Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê Mûrat Kan anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar û partiyên muxalefetê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan.
Li navenda Wanê û navçeyên wê ji ber berfê rêya 493 tax û gundan hatin girtin.
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Nexşeya 2025’an diyar kir” bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriye parve kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku ev xal dê bibin nexşeya çareseriyê ya 2025’an.
Emîne Şenyaşar ku tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê bû, wiha got: “Ez 7 salan têkoşiyam lê min tu caran dev ji gotina edaletê berneda. Ez ê ji bo Kobanê jî her daxwaza edaletê bikim.”
Gurgîn Oktar ê ku 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 24’an de didome.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan diyar kir ku ew hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin û got: “Heke çareseriyê bixwazin, navnîşan Îmrali ye, muxatab Serok Apo ye.”
Vîdeoya “wezîrê dadê” yê rêveberiya demkî ya Şamê Şadî El Veysî ya dema du jin dihatin înfazkirin tê de cih digirt, hate parvekirin. HTŞ’ê jî ev vîdeoye piştrast kir.