ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 05/1
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisebîn û Qamişlo hatî destpêkirin 23 roj in didome. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo aştiyeke mayînde û birûmet şertê yekemîn azadiya birêz Ocalan e."
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 13’yemîn de didome. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê, li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” domandin. Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta Fethî Yildirim, Ahmet Yetişen û Haci Ahmet Er bên ronîkirin û kujer bên darizandin.
DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024'an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de kuştina rojnamevanên kurd û zextên li ser rojnamevanan û astengî û qedexeyên li ser saziyên çapemeniyê hatin destnîşankirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku li bakurê herêma Tişrînê di navbera wan û Tirkiye û komên paramîlîter ên irêdayî Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû dide.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1032'an a çalakiya xwe de li aqûbeta birayên hev Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû pirsîn û xwestin kujerên wan bên cezakirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di sala 2024’an de 63 kolberên kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Rejîma Îranê di nava 24 saetan de 9 girtî bi dar vekirin.
Li navçeya Seyhanê Alî Ûz ê li kargeha lastîkan dixebitî, gava hewa li tekerê TIR'ê bar dikir, teker teqiya û Ûz jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de 3 zarok birîndar bûn.
Şaredariya Xelfelî ya DEM Partiyî, tevî texrîbatên qeyûman jî rengê navçeyê diguherîne.
Li Wargeha Mexmûrê çalakvanên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobedê de ne, diyar kirin ku peyema Abdullah Ocalan girîng e û gotin: "Pêvajoya aştiyê ji ya şer talûketir e. Ji ber wê divê her kes hessas tevbigere û tevlî vê pêvajoya ku serokatî daye destpêkirin bibe."
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşmeya "Dest bidin aştiyê" de, serdanên xwe yên bi Baroya Stenbolê re berdewam kirin.