Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
- rojane
- 17:09 04/8/2024
Hevserokên Ege TUHAYDER’ê Nîlay Guleser û Dîlaver Keklîk hatin berdan.
Hevserokên Ege TUHAYDER’ê Nîlay Guleser û Dîlaver Keklîk hatin berdan.
Jinên li Stenbolê di hevdîtina Xeta Jinê de hatin gel hev.
Li gundê Sogutlu yê Qersê du malbat bi şer çûn. Di şer de 4 kes birîndar bûn.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de xwestin tecrîd were rakirin û gotin: “Guftûgo û muzakere welat parçe nakin.”
Damezirînerê SADAT’ê Adnan Tanriverdî ku demekê şêwirmendiya “ewlehiyê” ji bo serokkomar Erdogan dikir, mir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pir girîng e.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana girtiyên Doza Geziyê Çîgdem Mater û Mîne Ozerden.
Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin. Komên paramîlîer ji bo berdana welatiyan ji malbatên wan fîdye xwestin.
Bîlançoya şerê meha tîrmehê hate eşkerekirin. Li gorî bîlançoyê di tîrmehê de SÎHA’yek û 2 helîkopterên dewleta tirk hatin xistin û 56 leşker jî hatine kuştin.
Endamê koma Grup Yorumê Vedat Dogan 124 roj in li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Dogan, Sara Dogan diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê giran dibe û wiha got: “Nikare tifika xwe jî daqûrtîne. Bila daxwazên kurê min bên qebûlkirin.”
Girtiyê bi navê Yildirim Demîr tevî nexweşiyên weke prostat, xwîna ji mîdeyê wî tê û nedîtinê jî nayê berdan. Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr xwest ku bavê wê yê hefteyê sê caran rakirin nexweşxaneyê were berdan.
Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku kurdî bi êriş û qedexetan tê krîmînalîzekirin û got: "Ji salên 90'î heya niha ev nîqaşên bêber ên der barê meseleya kurd de tên kirin. Lê ji xeynî windakirinê bi kêrî tu tiştî nayên."
Muhîttîn Mûgûç ê OHD'î destnîşan kir ku kesên welatekî azad dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin.
Rêxistina Bajarê Edeneyê ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar k