Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
- rojane
- 22:54 25/7/2024
Di nobeta qeyûm a li Qada Şîşhaneyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”
Di nobeta qeyûm a li Qada Şîşhaneyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”
Li Bazîdê li dawetekê 6 kesên ku cilên herêmî li xwe kirin û li ber stranên kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Bazîdê de wiha got: “Em di serdemeke ku divê dengê aştî û edaletê bilind bikin de derbas dibin. Em ê bajêr bi bajêr, navçe bi navçe bigerin û rêxistinkirina vê bikin.”
DEM Partiyê giliyê Serokê Partiya Hur Dava ya Amedê Zeynul Abîdîn Gulsever ê piştgiriyê dide kesên erişî aktîvîteyên li park û kafeyan dikin û partiya wan hedef digire û ji ber parvekirinên wî yên medyaya dîjîtalê giliyê Serokê Lijneya Rêveberiya Koma Şîrketên Zafer Yapiyê Sabir Toktaş kir.
Li Geliyê Xursê di navbera du malbatan de ji ber erd şer derket, di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Her 3 kesên di 22’yê tîrmehê de li navçeya Rêya Armûşê bi serdegirtina malekê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
Girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin piştî 31 salan hate berdan.
Li Mîhrîcana Mûnzûrê desteserkirina îradeyê hate şermezarkirin û bi dirûşmeya “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” meş hate li dar xistin.
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ên li Çewligê tev li şîna kesên ku ji aliyê ciwanekî tiryakkêş ve hatin kuştin bûn, bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan.
Di panela bi sernavê “Ji Xoresanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xoresanê” de ku panelîstan dîroka Xoresanê vegotin, hat gotin ku, “Dîroka sexte ya îdeolojiya fermî hilweşiya ye.”
Endamê OHD’ê Şevket Berk bi lêv kir ku ciwanên li Mêrsînê kirin hedef bi fermanê hatine girtin û ev agahî parve kir: “Ciwanên ku li cihê bûyerê nebûn jî hatine girtin.”
Li Wêranşarê di çarçoveya biryara Meclisa Şaredariya Wêranşarê de ji bo pêkhateyên bajar ên cuda aktîf rol bigirin dê Konseya Bajar were avakirin.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeteke darbekar, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelên Tirkiyeyê ye.
Li Mêrsînê 9 ciwanên kurd ji ewil hedef hatin nîşandan û piştre hatin binçavkirin. Her 9 ciwan jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Rejîma Îranê girtiyê kurd Kameran Şêxe îdam kir.