Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
- rojane
- 17:12 21/7/2024
Endezyarê ku ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Endezyarê ku ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
4 kesên ku li navçeya Çûkûrovayê di wesayîta ji kontrolê derket û kete Bendava Seyhanê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin û bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan.
Midûrê Emniyetê yê Îdirê Erden Sakarya çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên ji ber bi awayekî derusûlî girtibûn kar û karê wan hatibû bidawîkirin û got: “Her zexta ji derve li dijî we tê kirin dê ji hêla hêzên emniyetê ve bê berterafkirin.”
Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji 3 karkerên di bin quleya sondayê ya li qada petrolê ya li Çiyayê Gabarê wergeriyayî de mabûn 2 jê hatin xelaskirin û xebatên ji bo rizgarkirina karkerê din didomin.
Li herêma Çiyayê Gabarê ku talankirina xwezayê lê didome, li qada lêgerîna petrolê quleya sondajê wergeriya.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya DEM Partiyê ya Amedê de axivî û wiha got: “Werin em Abdullah Ocalan azad bikin, pirsgirêka kurd çareser bikin û Kurdistanê bikin xwedî statû.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê di 2’yemîn Kongreya Asayî de rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Teqawid pirsgirêka debarê dijîn û li welêt xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li pey şer û pevçûnan e.”
Di dema pandemiyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan a Amedê kamera li odeyên xebatkarên tenduristiyê hatibûn binpêkirin. Tevî biryara binpêkirinê ya dadgehê jî ev 4 sal in kamera nehatine rakirin.
Li Edeneyê bi mezinahiya 4.1 û di Behra Spî de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Di rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê de hat diyarkirin ku gelek caran tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin, aqûbeta daxwaznameyan nayê zanîn û girtiyan nabin revîrê.
Li gundê Karaxirab ê navçeya Hezexê zarokê bi navê Azad Ay yê 6 salî ku bi nexweşiya Serebral Palsiye ketiye, girêdayî makîneyan dikare bijî. Ji ber qutbûna ceyranê amûra wî şewitî ye, ew bênefes maye.
Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.
Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin.