Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
- rojane
- 15:54 18/7/2024
Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang kir ku hebûna leşkerî ya dewleta tirk a li Herêma Federe ya Kurdsistanê tavilê bê bidawîkirin.
Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang kir ku hebûna leşkerî ya dewleta tirk a li Herêma Federe ya Kurdsistanê tavilê bê bidawîkirin.
Şaxa OHD’a Mêrsînê ku rapora xwe ya binpêkirina mafên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê aşkere kir, wiha got: “Divê şertên tecrîdê bên bidawîkirin û şertên girtîgehan bên başkirin.”
Hiqûqnasên ku jinûve girtina parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya li ser daxwaza dozgeriyê, şermezar kirin, xwestin ku hempîşeya wan demildest bê berdan.
DEM Partiyê li dijî biryara tayînkirina qeyûma a li Şaredariya Colemêrgê serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku rêya aştiya civakî bi aramiya cîranan re dibe û wiha got: “Rêya vê ew e ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gûftûgo were pêşxistin.”
Rojnameger Sadik Topaloglû sewqî Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê hate kirin.
Rojnamevan Sadik Topaloglû ji ber dosyaya xwe ya beriya niha jê dihate darizandin dîsa hate girtin. DFG’ê hedef nîşandana Topaloglû şermezar kir.
CPT’yê ragihand ku kesê di bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dayî pêşmergeyê teqawid Osman Rijdî Mîrweysiye ye.
Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da.
Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn rexne kir û got ku li gorî berjewendiyên hevpar ên Tirkiye û Hewlêrê tevdigere.
Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Hunerê damezrandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li cihekî ku her tim qedexe lê hebin têkoşîna azadiyê tê dayîn. Em ji bo ku bikarin biaxivin, biafirînin welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Metîn Kiratli ku ji hêla Erdogan ve li AYM’ê hate tayînkirin, beriya niha bi bazirganiya derqanûnî ya bi El Nusrayê re kirî bûbû rojev.
Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Îbrahîm Bîlmez, têkildarî îdiayên rayedarê Wezareta Edaletê yên li NY’yê ku li Îmraliyê tecrîd nîne de wiha got: “Hewl didin hincetên dûrî aqil û mantiqê hilberînin û bi cezayên didin tecrîdê înkar bikin.”
Dadgeha Bilind cezayê di doza “KCK Geverê” de li 24 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir.