ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
- rojane
- 09:00 05/11/2024
Welatiyên li Esenyûrtê ji bo şermezarkirina qeyûman meşiyan û dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li dijî tayinkirina qeyûman got: "Tekane rê azadiya birêz Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin" û Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî got: "Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê."
Polîsan êrişî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Li Mêrsînê 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
TJA’yê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kir û got, “Em ê serî li hember darbekaran netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.”
Bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman ên li Xelfetiyê ji avahiya şaredariyê heta avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê meşiyan.
Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm li ber xwe dide. Polîsan êrişî gel kirin.
DEM Partiyê ji bo daxwaza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi rojeva “qeyûm” randevû xwest, bersiva erênî da.
Li bajarên Serhedê û navçeya Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û ev peyam hate dayin: “Em ê rê nedin xespa qeyûman.”
Li Amedê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman meş li dar xistin û desthilatdariya AKP-MHP’ê protesto kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê kurd nebin kurdên desthilatdariyê û wê rejîma qeyûman qebûl nekin.
Girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, li ser biryara bijîşkan sewqî ATK’ê hate kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê hatiye destpêkirin bû û wiha got: “Li dijî talana sedsalî roj roja mezinkirina berxwedanê ye."
Şaredariya Êlihê Civîna Asayî ya Mijdarê ya Meclisa Şaredariyê li pêşiya şaredariyê li dar xist ku di dorpêça polîsan de ye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Êlihê tayînkirina qeyûm şermezar kir û got: "Tu derdê van ê aştiya navxweyî tune ye. Em ê li dijî darbeyan serî netewînin." Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku bi destdirêjkirinê dîsa înkara kurdan plan kirin.