Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
- rojane
- 15:23 19/10/2024
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat lidarxistin hat xwestin ku girtiyên nexweş Hatîce Onaran, Nedîm Yilmaz û Fatma Tokmak bên berdan.
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat lidarxistin hat xwestin ku girtiyên nexweş Hatîce Onaran, Nedîm Yilmaz û Fatma Tokmak bên berdan.
Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir û parêzeran dirûşmên ji bo heq, hiqûq û edaletê berz kirin.
Di lêpirsîna têkildarî “Çeteya Yenîdogan” ku ji kuştina herî kêm 10 pitikan berpirsyar tê girtin de ruxseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin.
DEM Partiyê serdana Fadil Şenyaşar ê ku piştî 6 sal û 4 mehan ji hepsê hat berdan, kir.
Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê ragihand ku di dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de li dijî rojnamevanan 19 binpêkirin hatine qeydkirin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê beriya 29 salan di bin çavan de hate windakirin pirsîn. Keça Tosûn, Besna Tosûn wiha got: “Ji bo ku em hesab bipirsin li vir in.”
Di çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD'ê de hat xwestin ku hikûmeta ku aştî û çareseiyê dixwaze divê berî her tiştî cînayetên kujer nediyar ên salên 1990'î ronî bikin û kujeran derxe holê û bidarizîne.
Li rojhilatê Kurdistanê di êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberek birîndar bû.
Namzetê YNK’ê Hemîd Mendanî diyar kir ku hilbijartina sibê bê lidarxistin gelek girîng e û heke partiya wan bi ser bikeve dê dijminên kurdan ji Herêma Kurdistanê derbixin.
Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî tecrîda li Îmraliyê wekî derhiqûqiyeke metirsîdar nirxand û got: "Di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin."
3 ciwanên ku piştî kontrola nasnameyan a polîsan li Mûşê hatin desteserkirin, diyar kirin ku tundî û heqaret lê hatine kirin gef li wan hatiye xwarin û ji baroyê daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.
Xaniyê Feqiyê Teyran ê li navçeya Miksê ji ber ku bê xwedî tê hiştin, xesarê dibîne.
Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 84 salî bi kursiya biteker dikare bigere û nikare bi tena serê xwe lazimatiyên xwe dabîn bike, ji ber nîşeya "Baldar bin! Dibe ku bireve!" ya Wezareta Dadê sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin.
Li Mêrdînê du kes bi hinceta ku di lîstika bi navê PUBG de transfera heqê “xelatê” pêk anîne bi îdiaya “fînansê ji rêxistinê re temîn dikin” hatin girtin.
Hevserokê Şaxa SES a Êlih Cîhan Tuzun xwest têkildarî aqûbeta Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ya blokeke wê di erdhejê de xesar dît, raya giştî rast bê agahdarkirin û xwest li heman herêmê nexweşxaneyeke din bê avakirin.