ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN
- rojane
- 09:00 19/9
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara KW KE’yê daxuyanî da û xwest ku Meclis di çarçoveya biryarê de “mafê hêviyê” bixe rojeva xwe û ji bo bibe yasa xebatan bide destpêkirin.
Rûspiyên Eyn Îsayê ku peyama Abdullah Ocalan gihişt ber destê wan, gotin ku ew ê her tim bi HSD’ê re bin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn biryara Komîteya Wezîran a têkildarî “Mafê hêviyê” ku heta Hezîrana 2026’an demê dide Tirkiyeyê, nirxand û got ku dema hatiye dayin pir dirêj e.
Nûnerên saziyan, biryara Komîteya Wezîran a KE’yê ya têkildarî “mafê hêviyê” nirxandin û gotin divê komîte heta meha Hezîranê biryarên bilez û bibandor bide.
Li Amedê danişîna doza 19 rojnamegeran hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku li 10 şahidan neyê guhdarîkirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî nehat betalkirin.
Serokê GUNSÎAD’ê Şah Îsmaîl Bedirhanoglû di komîsyona li Meclisê de axivî û xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin û got: “Daxwaza min destûra bingehîn a wekhev û rêveberiya xwecihî ye.”
Ahmet Temîz ku tehliyeya wî 2 caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hate berdan. Temîz, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin.
Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu girtiyên jin ên cezayê xwe temam kirin di dema xwe de nehatine tehliyekirin û îdia kir ku midûra girtîgehê ji bo veşartina paşeroja xwe ya tarî veşêre wiha dike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir ku biryara DMME’yê ya der heqê siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de cîbicî bike û berde.
Welatiyên li Amedê tev li meşa “Mafê hêviyê” bûn, banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û xwestin komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê kirin.
Welatiyên tev li meşa “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” a li Wanê bûn, gotin: “Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.”
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hewl dide avahiyên bêrûxset ên di serdema qeyûmê berê de hatine çêkirin, bi şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan bide hilweşandin.
Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin.
Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin, anî ziman ku ji ber xebatên înşeatê yên li Semsûrê û şert û mercên nebaş ên di konteynerên 21 metrekareyî de nexweşînên wekî yên singê, derûnî û nexweşînên jinan li nav mexdûrên erdhejê zêde bûne.