ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
- rojane
- 09:00 14/5
Sekreterê Giştî yê NY’ê António Guterres diyar kir ku wan biryarên PKK’ê bi keyfxweşî pêşwazî kirine û amadene ji bo pêvajoyê bibin alîkar.
Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li Tuzluçayirê re şand û got: “Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi hev re vê rêwîtiya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin.”
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de wiha hate gotin: "Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin."
Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKK’ê de hatine wergirtin silav kir û ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn got ku dê her tim wek rêber di têkoşînê de wan bidin jiyîn.
Komeleya Mafê Mirovan a Herenayê ragihand ku daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tuzluçayir a Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku Kaytan û Altûn dê di têkoşîna azadiyê de bijîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel, got: “Wan tovê jiyaneke nû reşandin.”
Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî diyar kir ku PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih aniye û divê Tirkiye vê firsendê baş bi kar bîne.
Di danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlarê de ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK’ê de hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayin.
Danişîna doza kuştina amûrsaz Yûsûf Akin û birîndarkirina Mehmet Eren hate lidarxistin. Dozger, mutalaaya xwe aşkera kir û bi îdiaya “leşker ketine kêmasiyê” ceza nexwest.
Pêşengên PKK'ê Riza Altun û Ali Haydar Kaytan li Taxa Tuzluçayirê tên bîranîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku 12’ê Gulanê êdî li Tirkiyeyê tenê rûpelekê salnameyê nîne û got: “Kongreya PKK’ê li dar xistî û biryarên hatine ragihandin, ji bo çareseriya demokratîk şensek e û ji bo aştiyê firsendeke mezin afirandiye.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di kongreya PKK’ê de axivî û got: “Encamgirtin, bi jiyaneke sosyalîst, bi têkiliyên komunal û bi jiyaneke esasî ya pêşengtiyê ji civakê re dike, pêkan e.”
Eşber Yagmûrderelî diyar kir ku PKK’ê gaveke mezin avêtiye û bi vê yekê re berpirsyartiyeke mezin ketiye ser milê civakê û got: "Di pêvajoya aştiyê de erka esasî ya dewletê ye.”
DEM Partiyê ku esnafên herêmê ziyaret kir, girîngiya pêvajoya ku piştî banga Abdullah Ocalan destpê kir û berpirsyariyên pêvajoyê, vegot.