Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
- rojane
- 10:12 16/3
Welatiyên tevlî civînên gel ên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatine destpê kirin bûn gotin ku niha divê dewlet jî êdî gav biavêje.
Welatiyên tevlî civînên gel ên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatine destpê kirin bûn gotin ku niha divê dewlet jî êdî gav biavêje.
Parêzer Esra Bîlen diyar kir ku yek ji rojnamegerên girtî Bîlge Aksû di heman demê de nexweşiya gûtê pê re heye û Mehmet Uçar rastî binpêkirinên cuda tên.
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan anî ziman ku divê Elewî qadên Newrozê dagirin û endama DÎK’ê Perva Înal jî wiha got: “Newroz, hemû gel û baweriyan tîne gel hev û divê her kes tev li bibe.”
Zeen ku li Sûriyeyê dijî, diyar kir ku li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin, malên wan tên talanknirin û şewitandin. Zeen, xwest qada navneteweyî li dijî êrişan Elewiyan biparêzin.
Beriya Newroza ku dê di 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin, li Stenbolê agirê Newrozê dê li gelek navçeyên wê were vêxistin û ji navçeyan dê 500 wesayît welatiyan veguhêzin qadên Newrozê.
Pîrozbahiyên Newrozê wê li zêdeyî sed navendên Ewropayê bên lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût got ku dirûşma pîrozbahiyan ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Ciwanan li Rihayê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê belavok belav kirin.
3’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku dê du roj bidome, destpê kir. Di konferansê de behsa rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêvajoyê de hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê tenê bêdengbûna çekan têr nake.
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Vural û Abdulmenaf Aytaç û tehliyeya wan hate xwestin.
DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir.
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 840'emîn de li aqûbeta Fikrî Ozgen ê 73 salî pirsîn. Kurê Ozgen, Nevzat Ozgen xwest ku dewlet lêborînê ji malbatên windayan bixwaze.
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1042'yemîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn.
Li gelek navendan coşa Newrozê didome. Siyasetmedaran banga "Ji bo banga dîrikî gavan bavêje" li desthilatê kir.
Li herêma Serhedê li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de îşaret bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hat kirin.